Li gundewarê Şamê welatiyek hate kuştin

Li herêma El Kiwsê ya gundewarê Şamê, welatiyek ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.

Li gundewarê Şamê welatiyek hate kuştin
28 mijdar, 2025   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyekî Elewî ku temenê wî 45 salî ye dema li dikana xwe ya bazirganiyê li Devera El Kisiwê li gundewarê Şamê ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin, qurbanî ji bajarê El Dirîkîş a gundewarê Tertûs e.

Kuştinên bi vî rengî û nedarzandin û lêpirsîn dibe sedem ku bûyerên bi vî rengî pir bin û rê li ber wan neye girtin.

Li gorî bîlançoyên belgekirî ji despêka sala 2025'an li deverê Sûriyeyê hezar û 167 kes hatine kuştin di nava wan de hezar û 104 mêr, 41 jin û 22 zarok in.

(ac)

ANHA