Di girtîgehên Îranê de êşkenceyên li jinan tê kirin

Li gorî lêkolîneke malpera IranWire, li Girtîgeha Jinan a Dewletabadê ya li Îsfahanê girtî rûbirûyê êşkenceyên giran tên.

Di girtîgehên Îranê de êşkenceyên li jinan tê kirin
3 mijdar, 2026   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor lêkolînek ji aliyê IranWire ve, ku wekî platformek nûçeyan a serbixwe û muxalefetê tê zanîn, eşkere kir ku girtiyên li Girtîgeha Jinan a Dewletabadê ya li Îsfahanê ya Îranê rastî êşkenceya fîzîkî û derûnî tên û di şert û mercên nemirovane de tên girtin. 

Li gorî hevpeyvînên bi xizmên girtiyên siyasî û çavkaniyên din re, rapor dibêje ku di beşek girtîgehê de ku jê re “odeya tarî” tê gotin, girtî bi rojan bi destên girêdayî, di tariyê de û ji xwarin, av û gihîştina destavê bêpar dimînin.

Di raporê de hat diyarkirin ku di dema lêpirsînê de girtî tên êşkence kirin û hestiyên hin kesan hatine şikandin. Her wiha hat ragihandin ku dengên êşkenceyê bi rêya kanalên hewakirinê derbasî hucreyên din bûne û zextek derûnî li ser girtiyan çêkirine û hin girtî neçar mane ku belgeyên ku piştî lêpirsînê êşkence li wan nehatiye kirin îmze bikin.

Di raporê de hat diyarkirin ku du xwişkên bi navê Terane û Romina Rahimi, ku di xwepêşandanên Çileya îsal de hatibûn binçavkirin, rastî êşkenceyên giran hatine. Li gorî çavkaniyan, ji ber tûndiya ku wan kişandiye, dayîka wan di lênêrîna pêşîn de wan nas nekiriye. Di raporê de hat diyarkirin ku kurê Somaye Afşar, Alirıza Sepahi, li ber çavên diya xwe ji bo îtirafkirina sûcê xwe hatiye êşkencekirin. Alirıza Sepahi di 5’ê Cotmeha 2026’an de hatiye darvekirin; diya wî hîn jî di girtîgehê de ye.

Her wiha hatiye destnîşankirin ku girtîgeh ji qerebalixiya cidî, kêmbûna xurekê û pirsgirêkên paqijiyê dikişîne. Hat ragihandin ku di beşên ku kapasîteya wan 24 kese de carinan 67 girtî dimînin û daxwazên ji bo veguhestina girtiyên nexweş bo nexweşxaneyan bi bersiva “Vebijarkên me yên veguhestinê nînin” hatine redkirin.