Li Hesekê amadekariyên merasîmê bîranîna 29 gerîlayên şehîd tê kirin

Bi beşdariya şêniyên ji bajarên Cizîrê amadekariyên lidarxistina merasîma bîranînê ya 29 gerîlayên şehîd tên kirin.

Li Hesekê amadekariyên merasîmê bîranîna 29 gerîlayên şehîd tê kirin
Li Hesekê amadekariyên merasîmê bîranîna 29 gerîlayên şehîd tê kirin
Li Hesekê amadekariyên merasîmê bîranîna 29 gerîlayên şehîd tê kirin
Li Hesekê amadekariyên merasîmê bîranîna 29 gerîlayên şehîd tê kirin
Li Hesekê amadekariyên merasîmê bîranîna 29 gerîlayên şehîd tê kirin
Li Hesekê amadekariyên merasîmê bîranîna 29 gerîlayên şehîd tê kirin
Li Hesekê amadekariyên merasîmê bîranîna 29 gerîlayên şehîd tê kirin
3 mijdar, 2026   10:57
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê amadekariyên bîranîna 29 gerîlayên şehîd ên Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-STAR) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ku di salên cuda de, di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne tê kirin.

Şênî ji bajarên Zirgan, Til Temir, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrikê berê xwe dane cihê merasîmê bîranînê.

Tê payîn wê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê bike, paşê bi navê Malbatên şehîdan Mehsûm Hesen, bi navê Koordînasyona Kongra Star Cîhan Efrîn, bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şerîf Hec Emîn Xelîl, bi navê Kongra Îslama Demokratîk Ednan Ilêwî û Ferhadê Merdê axaftin bên kirin.

Merasîm wê bi xwendina wesîqeyên şehîdan bi dawî bibe.

(sb)

ANHA