Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 6 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 6 kes hatine kuştin.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 6 kes hatin kuştin
9 adar, 2026   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê duh êrişên hewayî û yên bi tankan li ser Xezayê pêk anîne û di encamê de 2 jê jinên ciwan, 6 kes hatine kuştin.

Rêveberê Nexweşxaneya Şîfa ya Xezayê Mihemed Ebû Selîma da zanîn ku li nêzî Zanîngeha El Ezher a li rojavayê bajar, 2 jê xebatkarên tenduristiyê, 3 kes hatine kuştin.

(bb)