Rejîma Îranê hevdîtinên bi girtiyên siyasî re qedexe kiriye

Kampanyaya Parastinê ya Şerîfe Mihemedî ragihand ku berpirsên girtîgeha Lakan hevdîtina Şerîfe Mihemedî û girtiyên din a li gel malbatên wan qedexe kiriye.

Rejîma Îranê hevdîtinên bi girtiyên siyasî re qedexe kiriye
9 adar, 2026   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 10’emîn de didome û her ku diçe rewşa li girtîgehên rejîma Îranê jî xirabtir dibe.

Kampanyaya Parastinê ya Şerîfe Mihemedî têkildarî rewşa girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ku li girtîgeha Lakan a li bajarê Reşd ê Îranê tê ragirtin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li girtîgeha Lakan, berpirsên girtîgehê hevdîtina Şerîfe Mihemedî û hejmarek girtiyên din ên siyasî ya bi malbatên wan re qedexe kiriye.

Kampanyaya Parastinê ya Şerîfe Mihemedî diyar kir ku ev yek li ser ewlehî û tenduristiya girtiyan, di nav malbatên wan û raya giştî de bûye sedema fikaran, bi taybet piştî veguhestina hinek girtiyan beriya niha û wan wekî mertalên xwe bi kar anîn.

Di 5’ê Kanûna 2023’yan de Şerîfe Mihemedî li mala xwe ya li bajarê Reşt ji aliyê hêzên ser bi Wezareta Îtlaetê (îstîxbarat) ve bêyî fermana dadwer hate destgîrkirin. Şerîfe Mihemedî şandin girtîgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê hat xistina hucreya takekesî û di dema lêpirsînê de êşkenceya fîzîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn li gel malbat û parêzerên xwe de hevdîtinê bike, piştre jî ji bo girtîgeha Lakan a bajarê Reşt hat veguhastin.

Doza Şerîfe Mihemedî ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hate lêkolînkirin. Di 4’ê Tîrmeha 2024’an de bi tometa (derketina dijî desthilatê) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16’ê Tebaxa 2025’an de jî ev ceza ji aliyê şaxa 39 ya Dadgeha Bilind ya Îranê ve bi temamî hate erê kirin. Li gorî agahiyên herî dawî yên ji aliyê parêzerê wê ve hatine ragihandin, cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin û ev ceza veguherî 30 sal cezayê girtîgehê.