Pêşangeha ‘Berxwedana Rûmetê’ hate vekirin

Li Qamişloyê bi navê ‘Berxwedana Rûmetê’ pêşangehek hat vekirin. Di pêşangehê de 75 tablo tên pêşandan.

9 adar, 2026   14:01
QAMIŞLO

Koma Wênexêzên Cizîrê îro pêşagahek bi navê "Berxwedana Rûmetê" ji bo bîranîna şehîd Denîz Çiya û şehîd Ziyad Heleb li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê organîze kir.

Di pêşangehê de 75 tablo tên pêşandan. Pêaşndeh bi amadebûna şêniyên bajêr û hunermendan dest pê kir.

Di vekirinê de piştî deqeya rêzgirtinê hevserokê Tev-Çandê Xelîl Tehlo axivî û got: “Ji bo berxwedana li Şêxmeqsûdê me xwest bîranînekê çêkin û me ev pêşangeh vekir. Li Helebê me dît ka çawa serî ji dijmin re nehat tewandin. Şehîd Ziyad û şehîd Denîz da xuyakirin ku berxwedan berdewam e û divê em hemû li pey wan bimeşin. Bi rêya van tabloyan em ê berxwedanê bibînin.”

Piştre hevseroka Komîna Wêneyê Solîn Osê axivî û got: “Me wek şêwekar xwest vê pêşangehê vekin da ku hestên xwe bi rêya tabloyan derbirînin û berxwedana ku wan daye meşandin, bidin pêş.”

Pêşangeh ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin.

Pêşangeh dê 3 rojan dewam bike, sibehê ji saet 11:00'an heya 16:00'an êvarê, piştî fitarê ji saet 15:00'an 19:00'an vekirî be.

Şehîd Ziyad Heleb û Denîz Çiya 10'ê Çileyê di berxwedana li Şêxmeqsûdê ya Helebê de şehîd bûbûn.

(fk)

ANHA