Di êrişekê de li ser sînorên Urdinê: 2 Îsraîlî hatin kuştin

Welatiyekî urdunî, li deriyê sînor ê Cisir El Melêk Hisên ê di navbera Dîfa Xerbiye û Urdunê de, êrişeke çekdarî li dar xist. Di êrişê de 2 îsraîlî hatin kuştin. Desthilata Îsraîlê jî ragihand ku êrişker hatiye kuştin.

Di êrişekê de li ser sînorên Urdinê: 2 Îsraîlî hatin kuştin
18 îlon, 2025   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyekî urdunî, li deriyê sînor ê Cisir El Melêk Hisên ê di navbera Dîfa Xerbiye û Urdunê de, êrişeke çekdarî li dar xist û di encamê de 2 îsraîlî hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê agahiyên li ser bûyerê wergertiye. Desteya weşanê ya Îsraîlê jî ragihand ku 2 kes hatine kuştin, temenê yekî 20 û yê din 60 e.

Saziya destwerdana lezgîn a Îsraîlê (Stêrka Dawûd a Sor) ku agahiyên xwe dispêre endamekî xwe got: “Ji bo rizgarkirina jiyanê birîndaran me alîkarî pêşkêş kir. Lê di dawiyê de em neçar man, wefatê wan ragihînin.”

Saziyê wiha domand: “Terorîst bi destê hêzên ewlehiyê hate kuştin.”

Sky News Erebiye jî ku agahiyên spartin çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê ragihand ku êrişker, welatiyekî urdunî ye, li cem artêşê ajokarê erebeya veguhastina alîkariyan e.

Îlona 2024`an, li deriyê sînor ajokarekî urdunî gule li 3 pasdarên Îsraîlê berandin û kuştin, lê dûre jî ew hate kuştin.

(şx)