Ukraynayê navendeke petrolê ya Rûsyayê bombebaran kir

Ukraynayê bi 2 dronan êriş navendeke girêdayî şîrketa “Gazprom” a Rûsyayê kir.

Ukraynayê navendeke petrolê ya Rûsyayê bombebaran kir
18 îlon, 2025   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê herêma Bashkortostan Radiy Khabirov ragihand ku 2 dronên Ukraynayê êriş navenda “Neftekhim Salavat” a şîrketa “Gazpromê” kirine.

Khabirov li ser hesabê xwe yê “Telegramê” diyar kir ku desthilatên Rûsyayê hewl didin encamên êrişê binirxînin. Di heman demê de aşkera kir ku tu windahiyên canî çênebûne.

Ukraynayê êrişên xwe bi dronan li dijî binesaziya petrolê ya Rûsyayê zêde kirine, nemaze piştî têkçûna danûstandinên aştiyê bi Kremlînê re.

Ukraynayê Gulana 2024`an êriş heman navendê kiribû. Hefteya borî jî, parzungeha petrolê ya Ufa topbaran kiribû. Her wiha ragihand ku parzûngeha li herêma Volgogradê topbaran kiriye ku di encamê de li gorî hêzên taybet ên Ukraynayê, parzungeh rawestiya.

(şx)