Li Helebê hunermendê nemir Cemîl Horo hat bibîranîn

Hunermendên Helebê hunermendê nemir Cemîl Horo di salvegera 36'emîn a koça wî ya dawîn de bi çalakiyekê bi bîr anî. 

Li Helebê hunermendê nemir Cemîl Horo hat bibîranîn
Li Helebê hunermendê nemir Cemîl Horo hat bibîranîn
Li Helebê hunermendê nemir Cemîl Horo hat bibîranîn
Li Helebê hunermendê nemir Cemîl Horo hat bibîranîn
Li Helebê hunermendê nemir Cemîl Horo hat bibîranîn
Li Helebê hunermendê nemir Cemîl Horo hat bibîranîn
Li Helebê hunermendê nemir Cemîl Horo hat bibîranîn
Li Helebê hunermendê nemir Cemîl Horo hat bibîranîn
Li Helebê hunermendê nemir Cemîl Horo hat bibîranîn
18 îlon, 2025   18:50
HELEB

Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo bi çalakiyekê hunermendê nemir Cemîl Horo di salvegera 36'emîn a koça wî ya dawîn de bi bîr anî. Di çalakiyê de nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Tevgera Hîlala Zêrîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Di serî de hevserokê navendê Kemal Hesen bi peyamekê diyar kir ku hunermendê nemir Cemîl Horo doz û nasnameya xwe di dengê xwe de hilgirtibû û tevî zehmetiyan rastîn aşkere dikir.

Piştre hunermendên ku bi Cemîl Horo re jiyane li ser mîrasa wî ya mirovî û hunerî û rola wî di parastina nirxên huner, welat û kultûrê de axivî.

Dûre hunermendan stranên wî yên navdar pêşkêş kirin.

Cemîl Horo ji gundê Sarîncekê yê Efrînê ye. Di 19'ê Îlona 1989'an de li Helebê ji ber nexweşiyê koça dawîn kir.

(mh/şx)

ANHA