Di depoyeke teqemeniyê ya Heşdî Şabî de teqîn

Heşdî Şabî ragihand ku ji ber teqîna depoyeke teqemeniyên demborî li bajarê Bexdayê, pênc endamên wan bi sivikî birîndar bûne. Li gorî hin agahiyan, endamekî Heşdî Şabî hatiye kuştin.

Di depoyeke teqemeniyê ya Heşdî Şabî de teqîn
17 cotmeh, 2026   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Heşdî Şabî têkildarî teqîna li depoyeke teqemeniyên demborî ya li Bexdayê pêk hatî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de Heşdî Şabî ragihand ku ji ber teqîna depoyeke teqemeniyên demborî li rojhilatê bajarê Bexdayê şewat derket û şewat bi temamî hatiye kontrolkirin. Her wisa di encama teqînê de pênc endamên wan bi sivikî birîndar bûne.

Heşdî Şabî ragihand ku têkildarî bûyerê lêpirsîn û lêkolîn hatiye destpêkirin û wê encamên lêpirsînê ji raya giştî re bê ragihandin.

Du çavkaniyên bijîşkî jî ragihandin ku di teqînê de endamekî Heşdî Şabî hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne.