Hevpeymaniyê 4 dronan li Erebistana Siûdî xistin

Hevpeymaniya Piştgiriya Rewabûnê li Yemenê, ragihand ku 4 dron li Erebistana Siûdî îmha kirin û 2 qaîdeyên avêtina mûşekên balîstîk li Seda ya Yemenê îmha kirine.

Hevpeymaniyê 4 dronan li Erebistana Siûdî xistin
17 cotmeh, 2026   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevpeymaniya Piştgiriya Rewabûnê li Yemenê ragihand ku 4 dron ku herêmên Riyadê û deverên rojhilat û başûr hedef girtin, îmha kirin.

Berdevkê hevpeymaniyê Tirkî El Malikî daxuyaniyek li ser X‘ê weşand û diyar kir ku hêzên hevpeymaniyê di saetên dawîn de dron asteng kirin û îmha kirin.

El Malikî berî vê daxuyaniyê jî ragihandibû ku 2 mûşekên "krûz" li ser deryaya Sor û mûşekeke balîstîk ku ber bi bajarê Yebehê yê rojavayê Siûdî ve hatibûn avêtin îmha kirin. Her wiha da zanîn ku 2 qaîdeyên avêtina mûşekên balîstîk li parêzgeha Seeda ya bakurê Yemenê hatin rûxandin.

Erebistana Siûdî daxuyand ku dê mafê xwe yê girtina tedbîrên pêwîst ên parastina ewlehiya xwe û welatiyên xwe bi kar bîne.

(bb)