Hêzên Îsraîlê 3 ciwan li Qunetyrayê girtin

Hêzên Îsraîlê li gundewarên Qunetyrayê 3 ciwan girtin û rêya Heder û Terencêyê bi têlan û satirên axê girtin. Şêniyan li hemberî vê yekê banga destwerdanê li NY‘yê kir.

Hêzên Îsraîlê 3 ciwan li Qunetyrayê girtin
17 cotmeh, 2026   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê berdewam dikin. Hate ragihandin ku hêzeke Îsraîlê ket gundewarên başûrê Quneytrayê û 3 ciwan girtin. 

Li gorî SOHR‘ê, ji ciwanên hatine girtin yek ji bajarokê Seyda Colanê ye û 2 jî ji bajarokê Cebata Xeşeb ne.

Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê li gundewarên bakurê Quneytrayê jî rêya Heder-Terecê ya nêzî herêma Sewana girt û deriyê têketina bajarokê bi têlan û satirên axê girt.

Li gorî SOHR‘ê, tevgerên maşîne û beldozeran li têketina aliyê Terencê û qedexeya derketina şêniyan ji herêmê hatin dîtin.

Şêniyên Mezreya Hanûtê li pêşiya karwanekî UNDOF‘ê girt û bang lê kir ku destwerdanê li zêdegaviyên hêzên Îsraîlê bikin. Berpirsekî karwanê soz da ku dê daxwazên wan bighîne rayedarên têkildar.

Li aliyekî din jî 8 erebeyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî û Parastina Dîplomasiyê derbasî bajarê Besra El Şam a gundewarê rojhilatê Derayê bû, piştre berê xwe da aliyê rojhilat.

(bb)