Di 25′ê Mijdarê de têkoşîn geştir dibe- Hêvîdar XALID

Di 25′ê Mijdarê de têkoşîn geştir dibe- Hêvîdar XALID
25 mijdar 2023   03:34

Piştî qetilkirina jina Kurd a ciwan a bi navê Jîna Emînî ji aliyê "polîsên exalqê" yên desthilata Îranê ve bi hinceta ku hîcaba xwe baş girênedaye, têkoşîna gerdûnî ya jinan derbasî qonaxeke nû bû. Bûyera bi êş a qetilkirina Jînayê rê li ber serhildaneke rasteqîn a bi pêşengiya jinan vekir ku di dîrokê de mîna wê derneketiye. Serhildana bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ya ji tezên Rêber Abdullah Ocalan hatiye girtin, êdî li her deverê ji aliyê jinan ve tê berzkirin.

Qada çalakiyên protestoyê yên bi pêşeniya jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi lez berfireh bûn û ket dilê tevahî jin û azadxwazên cîhanê. Hunermend, nivîskar, sporvan, çalakvanên sivîl û siyasetmendar jî di nav de kesayetên îranî û yên cîhanê beşdarî çalakiyan bûn û piştgirî da şoreşa dîrokî ya li dijî desthilata Îranê ya azadiya jinan wekî riskekê li ser hebûna xwe dibîne û bi qanûnên dijwar jinan dike hedef, her wiha jina ji mafên wan bê par dihêle.

Şoreşa Jîna Emînî ya ku bi taybetmendî, giyan û ruhê gerdûnî ye û bi bêhna Rojhilata kevnar hatiye xemilandin, pirsgirêka jinê û binpêkirinên ku li ber destê alava tepeserker li jinan têne kirin, careke din xiste rojeva xwe. Bi vê yekê re, li tevahî cîhanê pêngavên berfireh ên piştevaniyê dest pê kirin. Bi dehan jinan li dijî qetilkirina Jîna Emînî porê xwe qusandin û dirûşmên "Na jî hîcabê re, ji azadî û wekheviyê re erê" berz kirin.

Şoreşa jinan ji bo tevahî jinên herêmê yên ku rastî êrişên zîhniyeta baviksalar û siyasetên wê yên dijmine têne, bûye hêvî. Jin bi çalakiyên cuda xwedî li şoreşê derketine, tundiya desthilata Îranê şermezar dikin, her wiha banga avakirina civakeke demokratîk, aştiyane, bidawîkirina tundî û binpêkirinên dermirovî yên li dijî jinên di girtîgehan, zanîngeh, dibistan û li her deverê dikin.

Îro Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê ye. Bi vê boneyê divê em bînin bîra jinan ku divê têkoşîna îdeolojîk li hemberî zîhniyeta desthilat xurt bikin.

Her sal di 25′ Mijdarê de dengên jinan bilind dibin. Jin dixwazin hesab ji berpirsên tevahî cûreyên tundiya li ser tevahî jinên cîhanê were pirsîn. Ruxmî xebatên bêhempa jî, hîna tundî dewam dike ku encam û bandorên wan nayên wesifandin. Em bi awayekî asayî bîlançoya qurbaniya tundiya li ser jinan û zarokan ên ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve têne weşandin, dişopînin. Mixabin di gelek deman de bîlanço giran e. Rêxistinên ku qaşo îdiaya demokrasî, azadî û edaletê dikin, heta niha nikarin sûcê qetilkirina jinan rawestanin.

Hejmareke mezin a jinan li cihên ne ewle dixebitin û nikarin hêmanên bingehîn ên jiyanê dabîn bikin, her wiha nikarin ji krîz û şerên ku ji aliyê mêran ve têne afirandin, derkevin, lew ra  neçar dimînin mercên mirovî yên herî dijwar derbas bikin. Tê zanîn ku ev merc û êş ku jin pê re rû bi rû ne ne tişekî nû ye, lê belê rewşeke ji demeke dirêj ve ye.

Tevahî binpêkirin û kiryarên hovane ku li dijî jinan li Rojhilata Navîn têne kirin, encamên şer û pevçûnên li ser vê qadê ne. Ji Sûriye bigire heta Îran, Îran, Tirkiye, Afganistan, Lîbya, Filistîn, Sûdan, em  herêma Artsax a Ermenan ji bîr nekin a ku koçberkirineke hovane di serdema nûjen de li dijî wê hate kirin, tevahî kirinên li dijî jinan têne kirin, li ber çav û guhên civaka navneteweyî têne kirin ku bi durûtî nêzî pîvanên xwe dibe.

Jin bi destên rejîmên totalîter û modernîteya kapîtalîst rastî komkujî, êrişên zayendî û qirkirina etnîkî tên. Ev rejîmên hebûn û têkoşîna jinan weke metirsî li ser projeyên xwe yên dagirkeriyê dibînin û planên xwe yên sûcdar bi rê û rêbazên tam nîjadperestî pêk tînin. Ev pergal bi îdiaya ku jin ji siyasetê fam nakin, car caran di bin navê ol de û hin caran di bin navê qaûnên de jinan dikin hedef û qetilkirina wan helal dikin. Sûcên ku ji derdora du mehan ve li dijî jinên li Xezaya Filistînê têne kirin, mînaka herî ber bi çav e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêjeya tehrîkirin û sorkirinê li dijî jinan gelekî zêde bûye, êdî têgeha feminism bûye mîna tawanek û jinên ku tundî li wan têne kirin, ji ber vê "Tawanê′′ têne darizandin. Di encama vê yekê de gelek jin ji mafê xwe yê kar dûr ketine û qedexe ye ku tu kes alîkariyê bide jinan da ku rol û beşdarbûna xwe ya aktîf û bi bandor di nava civakê de xurt bike.

Ji ber vê yekê ji hemû jinan tê xwestin ku di rizgarkirina herêmê ji alozî û qeyranên tê de rola pêşengiyê bilîzin. Li Rojhilata Navîn jin bi taybetî di pêkanîna ewlehî û aştiyê de xwedî roleke girîng û bi bandor in. Jin xwedî cewhereke ku dikare li hemberî têgînên zîhniyeta baviksalar a pevçûnan diafirîne, xweza û hawîrdorê tune dike, jin û  zarokan dikuje, şer bike. Tê zanîn ku îro jin xwedî mîraseke mezin a têkoşînê ye û  di dema dawî de destkeftiyên rastîn bi dest xistiye.

Li ser vê bingehê divê jin û hemû tevger, sazî û rêxistinên jinan ji çarçoweya sînordar a herêmî ber bi asoyên bêsînor ên herêmî û navneteweyî ve biherikin û li dijî zîhniyeta pergalên otorîter, mêrê serdest û kapîtalîst dengê xwe bilind bikin, heta jiyaneke azad û mafên rewa mîsoger bikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevger, rêxistin û saziyên jinan pêngava xwe îsal a têkoşîna li dijî tundiyê bi dirûşma "Li dijî tevahî cureyên tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî" ragihandin. Di çalakiyên pêngavê ku 13 rojan dewam kirin de, bal kişandin ser nasandina jinan bi girîngiya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê, rêbazên dawîanîna li pirsgirêka tundiyê û bidawîkirina zîhniyeta desthilatdar a baviksalar.

Îro jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi israr in ku têkoşîna li dijî terorê û siyasetên qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker bidomînin, nemaze ku dewleta Tirk êrişên xwe li ser jinan zêdetir kiriye, bi dehan kesayet û rêveberên siyasî, leşkerî û sivîl wekî fermandar Jiyan Tolhildan, Şervîn Serdar, Zeyneb Saroxan, Leyman Şiwêş, Yusra Derwîş û şopdarên wan kirin hedef.

Di vê roja dîrokî de divê jin têkoşîna xwe ya fikrî û şoreşgerî ji her demê bêtir mezin bikin. Pêwîstiya jinan bi yekrêziyê heye da ku li hemberî hemû cûreyên êrişên qirkirinê rabin. Her çiqasî dewleta Tirk a faşîst hewl dide deng û hêviyên jinên azad ji holê rake, lê dengvedana dengê jinan ji holê ranebûn, îrade û israra wan kete dilê her jineke azad da ku têkoşîna li hemberî pergelên çewsîner berdewam bikin û azadî û deletê ji bo tevahî jinan pêk were. Her wiha da ku jinek neyê qetilkirin û rastî tundî û êrişa zayendî neyên, da ku li ber polîtîkayên qirkirina civakî, koçberkirin, qirkirina etnîkî ya sedsala 21′an bê girtin û di encamê de azadî, mafên azadî û derbirînê pêk werin.

(bb)