Şêniyên Dirbêsiyê piştgirî da xelkê Başûrê Kurdistanê

Şêniyên Dirbêsiyê piştgiriya helwesta xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker red dike.

Şêniyên Dirbêsiyê piştgirî da xelkê Başûrê Kurdistanê
11 tîrmeh, 2024   13:54
HESEKÊ

Meclisa bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de meclisê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin. 

Hevseroka meclisê Raziye Îbrahîm daxuyanî li pêşiya meclisê xwend. Bi dehan şênî, endamên saziyan, Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger tev li çalakiyê bûn. 

Di daxuyaniyê de meclisê diyar kir ku êriş û tevgerên dawîn ên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, diyar dikin ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê dixwaze gerîla li wan herêman dorpêç bike.

Meclisê hevkariya PDK`ê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û destnîşan kir ku ev bêdengî dihêle dewleta Tirk sûcan li Iraq û Sûriyeyê bike.

Meclisê piştgiriya berxwedana xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker red dike.

(şx)

ANHA