ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-7-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-7-2024
12 tîrmeh 2024   02:00

Koçberên ji Efrînê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dê her tim li qadan bin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe.

Yekitiyê Jinên Ciwan di kongreya ya 5`emîn de gelek guhertin di rêziknameya xwe de kirin û sazûmaniyeke nû ya yekitiyê li ser bingeha pergala komîn û meclisan ragihand.

Li Başûrê Kurdistanê di çend hefteyên dawîn de Tirkiye derbasî gelek gund û bajarên parêzgeha Dihokê bû. Ev geşedanan xeternak, serdestiya Iraqê binpê dikin.

Rewşenbîrên Kantona Reqayê pesna însiyatîfên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûryeyê û girîngiya nêrînên wê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bi rêya diyalogên sûriyeyî-sûriyeyî dûrî destwerdanên derve da.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li hola Zana ya Qamişlo kongreya xwe ya 9ˊemîn li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Meclisa Werzîşê ya Kantona Cizîrê Turnuvaya Karatê li hola Werzîşê ya Qamişlo li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dibistana Hunerî ya Havînê ya Dêrikê li Parka Dicle filma li ser Berxwedana 14ˊê Tîrmehê pêşkêş dike, saet 20:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)