Desteya Jîngehê şitilgehek vekir

Desteya Jîngehê ya kantona Firatê şitilgehek bi navê şehîd Roceng Cûdî li Kobanê vekir.

Desteya Jîngehê şitilgehek vekir
Desteya Jîngehê şitilgehek vekir
Desteya Jîngehê şitilgehek vekir
Desteya Jîngehê şitilgehek vekir
Desteya Jîngehê şitilgehek vekir
Desteya Jîngehê şitilgehek vekir
Desteya Jîngehê şitilgehek vekir
Desteya Jîngehê şitilgehek vekir
Desteya Jîngehê şitilgehek vekir
Desteya Jîngehê şitilgehek vekir
Desteya Jîngehê şitilgehek vekir
Desteya Jîngehê şitilgehek vekir
Desteya Jîngehê şitilgehek vekir
11 tîrmeh 2024   14:10
KOBANÊ

Desteya Jîngehê ya kantona Firatê bi merasîmekê şitilgehek bi navê şehîd Roceng Cûdî vekir. Şitilgeh bi amadebûna bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan li rojavayê Daristana Şehîd Koçero ya li Kobanê hate vekirin.

Di merasîma vekirinê de hevserokê Desteya Jîngehê Arif Balî vekirina şitilgehê li malbata şehîd Roceng Cûdî pîroz û got: “Di salvegera 5`emîn a şehadeta şehîd Roceng Cûdî de, em vê şitilgehê vedikin. Em ê heta dawiyê tê bikoşin. Em bi saya raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û bi saya şehîdan gihaştine vê asê. Erka me ye jî ku em xwedî li rêya şehîdan derkevin.”

Li ser navê malbata şehîd Roceng Cûdî Fethî Hec Kerho spasiya hemû kesên ku di vê şitilgehê de ked dane kir û got: "Hêviya me ew e ku em xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin. Em ê her tim li pey doza wan bin. Şehîd Roceng xwe fedaî vê şoreşê kir.”

Şitilgeh ji aliyê dayika şehîd Roceng Cûdî Ezîze Osman ve hat vekirin û dar lê hatin çandin.

Li şitilgehê darên çam, çinar, bero, bolonya, cûrî, kînya, sifsaf, xurme, fistiq, hinar, hejîr û hin cureyên din hene.

Gerîlayê HPG’ê Roceng Cûdî (Roceng Haci Kerho) 12'ê Tîrmeha 2019'an li herêma Garê şehîd bûbû.

(sş/bb)

ANHA