'Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye'

Jinên ji Minbicê destnîşan kir ku wan bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan hebûna xwe di nav civakê de îsbat kir û got: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye."

'Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye'
25 mijdar 2023   02:38
MINBIC

Jinên ji Minbicê bal kişand ku wan bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan destkeftî bi dest xistine û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî banga xurtkirina têkoşînê kir.

 Welatiya bi navê Asye Hisên anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji projeya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ditirse, nexasim piştî dît çawa Rêbertî girîngî da jinan.

Asye Hisên  got, dê têkoşînê berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin û got: "Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertî dixebitin. Em banga pêkanîna azadiya wî dikin, ji ber ku azadiya wî azadiya me ye. Rêber Abdullah Ocalan di projeya xwe ya neteweya demokratîk de azadiya jinê wekî bingehê civakê dinirxîne."

Asye Hisên destnîşan ku wan bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan gelek zehmetî derbas kirin.

Her wiha berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di têkoşîna xwe de hevrêyê jinan e û got:′′ Rêbertî her tim banga azadiya jinan di hemû qadên jiyanê de dike û rê li ber wan vekir da ku rola xwe ya pêşeng di avakirina civakê de pêk bînin.′′

Welatiya bi navê Wefa El Elêwî da zanîn ku jinên minbicî bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan destkeftî bi dest xistin û xwe pêş xistin û got: " Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dem dema xurtkirina têkoşînê ye ."

Welatiya bi navê Fatme El Ubêd diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan, bi taybetî a jinan e û got: "Divê em bi hemû hêza xwe tê bikoşin da ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, ji ber ku jinan bi saya fikrê wî cewhera xwe û hêza xwe nas kirin."

Cewahir Hesen jî diyar kir ku jin pêşengtiya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin û got: ′′Jin bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan gihîştin asta bilind a edaletê, ev jî dihêle em di rêya azadî û têkoşînê de bi hêz bin."

(mh)

ANHA