Tirkiye li gel bêdengiyeke giştî Başûrê Kurdistanê dagir dike - Hêvîdar Xalid

Tirkiye li gel bêdengiyeke giştî Başûrê Kurdistanê dagir dike - Hêvîdar Xalid
12 tîrmeh 2024   04:20

Li Başûrê Kurdistanê di çend hefteyên dawîn de Tirkiye derbasî gelek gund û bajarên parêzgeha Dihokê bû. Ev geşedanan xeternak, serdestiya Iraqê binpê dikin. Her wiha Tirkiye di çarçoveya temamkirina projeya Osmanî de, ne tenê li Iraqê û Sûriyeyê, li Yemenê, Sûdanê, Lîbya, Somalî û gelek dewletên din ên Ereban, wisa tev digere.

Serokê pergala Tirk ku xeyal dike Împaratoriya Osmanî vegerîne, hewldanên xwe ji bo dagirkirina axa her du dewletên cîran Sûriye û Iraqê didomîne. Herî dawî li parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bû. Artêşa Tirk a dagirker bajarê Amêdî, herêma Berwarî Pala ya Başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî tev li axa Tirkiyeyê kir. Di raporên xwecih de, artêşa Tirk li ber gundên herêma Berwarî Pala nîşaneyek bi zimanê erebî "Nabe kesek bikeve axa Tirkiyeyê" daniye. Şêniyên herêmê li hember vê tevgera Tirkiyeyê aciz in.

Her wiha artêşa Tirk baregehên din ava kirin, bendên kontrolê danîn. Nehişt şênî derbasî wan herêman bibin. Dixwaze korîdoreke ewlehiyê li ser sînorên Iraq û Tirkiyeyê ava bike û li ser hesabê dewletên cîran erdnîgariya xwe firehtir bike. Hevkariya hin hêzên herêmî pê re, wek Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bêdengiya hikumeta Iraqê li hember binpêkirinên li dijî şêniyên wê yên ku ji ber wan binpêkirinan koçber bûn, dihêle Tirkiye vê yekê bîne serê gelê Kurd û gelê herêmê.

Rast e; heta niha hikumeta Iraqê tu daxuyanî nedaye û tişta tînin serê xelkê Başûrê Kurdistanê yan jî binpêkirinên dewleta Tirk şermezar nekirine. Rayedarên Iraqê li hember tevgera leşkerên Tirk li axa Başûrê Kurdistanê tu helwest nîşan nedane.

Her kes pê dizane; bêyî hebûna lihevkirinên veşartî yan jî aşkera, tu dewlet destwerdanê li dewleteke din nake. Bi rastî li Iraqê wisa bû. Ji ber wê di vê dawiyê de serokê rejîma Tirk herêmên din ên Iraqê dagir kirin.

Divê em balê bikişînin ser lihevkirina sala 1984`an a di navbera Enqere û Bexdayê de ku ji aliyê wezîrê karên derve yê Iraqê Tariq Ezîzî û hempîşeyê wî yê Tirk yê wê demê ve hate îmzekirin. Li gorî vê lihevkirinê Tirkiye dikare heta 5 kîlometreyan bikeve axa Kurdistanê û heta salekê tê de bimîne. Lihevkirina sala 1998`an a di navbera Enqere û Şamê de heye ku bi navê Lihevkirina Edeneyê tê naskirin. Li gorî wê lihevkirinê Tirkiye dikare heta 5 kîlometreyan bi hinceta girtina kadroyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derbasî Sûriyeyê bibe. Lê hewldanên Tirkiyeyê ji vê mezintir in. Ew xeyal dike Împaratoriya Osmanî vejîne. Mixabin serokên dewletên Ereban, xetereya vê xeyalê paşguh kiriye, nemaze ku ewlehiya neteweyî ya erebî û nêrîneke diyar ji bo alozî û şerên li herêmê tune ye.

Erê, li ku derê tevlihevî heye, Erdogan li wir e. Hîna girêktir dike, da ku destkeftiyên din bi dest bixe û heta demeke dirêjtir li ser desthilatê bimîne. Ji berk u gelek kaxizên di destê xwe de ji dest dan ku pê aliyên herêmî û navneteweyî şantaj dikirin. Îro jî dixwaze herêmên ewlehiyê li Başûrê Kurdistanê û parêzgeha Dihokê ava bike. Plan û senaryoya li bakurê Sûriyeyê pêk tîne, çawa sûriyeyî kirin çete, ji bo ku armancên xwe bi dest bixin, parçebûna hêzên Iraqê bi kar anî ji bo ku bigihêje armancên xwe.

Lihevkirin an jî peymanên di navbera hikumeta Iraqê û pergala Tirk de, di navbera wê û Başûrê Kurdistanê de, di vê dawiyê de zêde bûn. Li ser hesabê gelê Iraqê ne. Li gorî pisporan, dan û standina aborî ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 20 milyar dolar e. Bi Başûrê Kurdistanê re jî, 14 milyar dolar e. Teqez lihevkirinên veşartî yên dûrî berjewendiyên gelê Iraqê hene. Tenê Tirkiye ji van lihevkirinan sûdê digire.

Ji bo herikandina avê, di navbera Iraq û Tirkiyeyê de lihevkirin hene. Tirkiyeyê soz dabû Iraqê ku avê berde. Lê derengxistin û lîstina li ser vê benî bûye adeta rejîma Tirk ji dema ku AKP`ê welat ji 2003`yan ve kontrol kiriye. Siyasetên Iraqê vê dizanin lê dîsa jî nikarin tiştekî ji bilî gotina "tiştek ji mistê me dernakeve" bêjin. Ji ber ku gelek alozî di navbera partiyan de hene ku bandor li rewşa li welêt dike.

Ji bilî yekitiyê tiştek li pêşiya Iraqê nemaye nemaze piştî ku mafên wî û vîna wî jê hate standin. Divê serî ji hewldanên dawîn re netewîne ku Iraqê bikişîne nav şerê li dijî PKK`ê ya ku her tim li pêşiya hewldanên Enqereyê yên dagirkirina Iraqê dibe bendeke asê.

(şx)