Li Efrînê dizî û talanî dewam dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di diziya mal û milkên welatiyên Efrînê de dewam dike, her wiha tiştên girêdayî torên kehrebeyê jî talan dikin.

Li Efrînê dizî û talanî dewam dikin
11 tîrmeh, 2024   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro kemyoneke biçûk (sozokî) ya Semîr Mihemed ê ji gundê Axcelê yê bajarê Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî dizî.

Li gorî agahiyan, erebe li pêş mala welatî ya li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrînê sekinîbû, xwediyê wê bi erebeyê alavên kevn ji malan dikirî. Dizan ev erebe ber bi gundewarê Idlibê ve bir.

Girêdayî heman mijara diziyê, çeteyan torên kehrebeya giştî ji stûn û kabloyan li gundê Berbenê, Goliya Jorîn, Şêx Qasim, Dîkê û Çiyê yên bajarê Raco dizîn. Li wan gundan çeteyên Firqet Hemze û Ehrar El Şerqiye hene.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çeteyan tiştên dizîne firotin torên kehrebê yên Tirkiyeyê ku li herêmê dixebitin.

Li Efrîna dagirkirî tevliheviya ewlehî, talankirin û dizîna mal û milkên welatiyên Efrînê, desteserkirin malan û zeviyên wan û sûcên li dijî şêniyan dewam dikin.

(fr)