Nivîskar Şaban: Fikrên PKK'ê dikarin demokrasiyê li Rojhilata Navîn pêk bînin

Nivîskar Îbrahîm Şaban destnîşan kir ku eger fikr û armancên PKK'ê li ser erdê werin pêkanîn dê civakeke demokratîk û azad bê avakirin.

Nivîskar Şaban: Fikrên PKK'ê dikarin demokrasiyê li Rojhilata Navîn pêk bînin
25 mijdar 2023   04:44
QAHÎRE
MUHSIN EL MISIRÎ

Bi wesîleya salvegera 45'emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), çavdêran diyar kir ku partiyê karîbû zehmetî û hewldanên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker derbas bike û çareseriyên siyasî pêşkêş kirin ku dikarin teşeya Rojhilata Navîn biguherînin.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îbrahîm Şaban got, salên dirêj ên ku li ser PKK'ê re derbas bûne diyar dikin ku PKK′ê dengekî kurdî yê bingehîn e, tu kes nikare wê paşguh bike û wê ji doza siyasî ya Kurd dûr bixe.

Şaban ji ajansa me re re axivî û anî ziman ku  PKK′ê bûye dengekî kurdî yê bi bandor û li hemberî êrişên dewleta Tirk û pergalên desthilatdar yên ku ji 70'yên sala borî ve Tirkiye bi rêve birin hêza xwe ya berxwedana, îsbat kir.

Nivîskar Şaban diyar kir ku beşek mezin a gelê Kurd alîgirên PKK′ê ye û  wiha got: "Ev partî derd û pirsgirêkên Kurd bi zelalî îfade dike. Hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê nayê tunekirin an bidawîkirin mîna ku rejîma Erdogan û dewleta Tirk difikirin."

Îbrahîm Şaban destnîşan kir ku PKK′ê mafên gelê Kurd diparêze û ev şîrove kir: "Eger em bi PKK'ê re bin an li dijî wê bin, daxwazin vê partiyê parastina mafên gelê Kurd e. Divê ev daxwaz were dîtin. Di serî de divê hebûn, nasname û mafên Kurdan  ên rêveberiya xweser werin naskirin."

TEVGEREKE SIYASÎ YE

Şaban diyar kir ku reşkirina PKK'ê di salên dawîn de planeke rejîma Tirk e û wiha dom da axaftina xwe: ′′Armanca rejîma Tirk ji vê reşkirinê bêdengkirina gelê Kurd û paşguhkirina mafên bi mîlyonan Kurd û hedefgirtina wan li başûrê Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriye û bakurê Iraqê ye. Tenê Amerîka û Brîtanya ji bo berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re PKK'ê xistine lîsteya terorê, lê Neteweyên Yekbûyî (NY) û dewletên din ên cîhanê PKK'ê wek tevgereke siyasî ya Kurdan ku koka wê di nav jîngeheke Tirk de ye, dibînin."

Şaban îşart bi vê yekê kir ku çalakiyên leşkerî yê PKK′ê yên li dijî dewleta Tirk, bersivên li hember sûcên rejîma Tirk ên li dijî gelê Kurd û PKK'ê ne.

Li gorî Şaban, eger formeke siyasî ji bo jiyana hevbeş û rêveberiya xweser a Kurdan were pêşkêşkirin hingî dê herkîna xwîna Kurdan raweste

ÇARESERIYÊN GUNCAW

Şaban destnîşan kir ku beşek ji fikrên ku PKK'ê pêşkêş dike tê erêkirî û beşek din jî tê redkirin û ev şîrove kir: ′′Ev tiştekî normal e. Çi tevgereke siyasî hebe alîgir û muxalifên wê hene. Lê bi gelemperî partî banga berfirehkirin û xurtkirina têkiliyên li Rojhilata Navîn, nexasim têkiliyên Kurd, Ereb, Fars û Tirk dike. Ev jî armancên guncaw in eger li ser erdê bên pêkanîn dê teşeya Rojhilata Navîn bê guhertin, dê civakeke demokratîk û azad, jiyaneke ewle û aboriyeke pêşketî ji bo gelên herêmê misoger bibin."

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Îbrahîm Şaban di dawiya axaftina xwe de Şaban got, ′′Divê rejîma Tirk projeya aştiyê pêşkêş bike û mafê hebûnê û jiyana hevbeş a Kurdan di ber çavan re derbas bike, kiryarên binçavkirin û hedefgirtina navendên PKK'ê rawestîne û rêberê wê Abdullah Ocalan azad bike û rûpelek nû bi gelê Kurd re veke."

(mh)

ANHA