Ji 110 zarokên şehîdan re dewreya perwerdeyê
Di dibistana Gerstêrka Zaroktiyê ya li kantona Reqayê de ji bo 110 zarokên şehîdan, dewreyeke perwerdeyê ya taybet hat vekirin.
Bi çavdêriya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Di dibistana Gerstêrka Zarokatiyê de dewreyeke perwerdeyê ji bo zarokên şehîdan a ji bo 45 rojan hat vekirin.
Di dewreyê de 110 zarok hene. Çavdêrên wê armanc dikin ku barê li ser malbatên şehîdan sivik bikin û zarokan di aliyên perwerdeyê û bîrdozî de pêş bixin.
Di dewreyê de waneyên zimanên Erebî, Kurdî, Inglîzî, bîrkarî û komputer û çalakiyên din têne dayîn.
Rêvebera dibistanê Zehra Yehya ji ajansa me re got: "Bi çavdêriya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê, me ev dewre vekir. Em dixwazin asta zarokên şehîdan pêş bixin."
Zehra wiha domand: "110 zarok tev li dewreyê bûne. Dibe ku ev hejmar zêde bibe. Ji bo wan me 5 fêrgeh hazir kiriye. Zarok ji refa yek heta 5 e. Mamosteyên ku perwerdeyê didin, heman mamosteyên zarokan in."
Zehra diyar kir ku bi vê dewreyê dixwazin çanda xwendinê û zanabûnê ya zarokan pêş bixin. (şx)