Li Hesekê teqîn: 3 kes birîndar bûn
Li devera di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê ya Hesekê de teqîneke çêbû. Di encama teqînê de 3 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji bajarê Hesekê dane, li çargoşeya ewlehiyê ya bajar a di bin serweriya hikumeta Şamê de, bombeyek teqiya. Di encama teqînê de 3 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Nûçegihanê me diyar kir ku teqîn dema dewriyeya hêzên Rûsyayê li çargoşeyê derbas dibû, pêk hatiye û birîndar ji hêzên Rûsyayê ne.
ANHA