Desteya Kar û Barên Şehîdan zarokên şehîdan xelat kirin

Desteya Kar û Barên Şehîdan a girêdayî Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya sala nû zarokên şehîdan, li hola navenda çandê ya Reqayê xelat kirin.

Desteya Kar û Barên Şehîdan zarokên şehîdan xelat kirin
Desteya Kar û Barên Şehîdan zarokên şehîdan xelat kirin
Desteya Kar û Barên Şehîdan zarokên şehîdan xelat kirin
Desteya Kar û Barên Şehîdan zarokên şehîdan xelat kirin
Desteya Kar û Barên Şehîdan zarokên şehîdan xelat kirin
Desteya Kar û Barên Şehîdan zarokên şehîdan xelat kirin
31 kanûn, 2023   17:13
REQA

Di şahiya xelatkirinê de Desteya Kar û Barên Şehîdan, Desteya Kar û Barên Civakî, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê, şêx û rûspiyên eşîran, xelk, dayik û zarokên şehîdan beşdar bûn.

Di şahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Newroz Ehmed axivî û sersala nû li zarokên şehîdan pîroz kir, mamosteyên navenda Kewkeba Zarokatiyê silav kirin.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl jî ev bone li zarokên şehîdan pîroz kir û fedakariyên şehîdan silav kirin.

Hêvîn wiha domand: "Şehîdên me di oxira nifşekî nû bigihînin û welatî ewe û îstîqrar ava bikin canê xwe da."

Dûre zarokên Kewkeba Zarokatiyê şanoyek pêşkêş kir û zarok hatin xelatkirin.

(fr)

 ANHA