Derengxistina dayîna dema mûçeyan karmendan tengav kirine

Derengmayîna dayîna zêdebûna mûçeyên karmendan li Sûriyeyê nerazîbûn di nava karmendan de çêkiriye. Biryarnameyeke zêdekirina mûçeyan a ji sedî 50 derketibû ku diviyabû ji destpêka Gulanê ve dest pê bikira.

Derengxistina dayîna dema mûçeyan karmendan tengav kirine
21 nîsan, 2026   06:45
ŞAM

Hikumeta demkî di 18`ê Adara îsal de, bi rêya fermaneke yasayî, zêdebûna mûçeyan a ji sedî 50 ji bo karmendên dewletê ragihand û divê di 1’ê Gulanê de dest pê bikira.

Li gorî çavkaniyên taybet li gelek saziyên hikumetê, di lîsteyên mûçeyan ên meha Gulanê de tu guhertin an zêdebûn nehatiye bicihkirin. Tê payîn ku zem di meha Hezîranê de were dayîn, ger xebatên teknîk û îdarî yên pêwîst werin temamkirin.

KARMEND BI FIKAR IN

Hejmareke karmendan aciziya xwe ji ber derengmayîna pêkanîna biryarê anî ziman. Ew dibêjin, wexta ku biryar derkeve, ev tê wê wateyê ku fînansman û tevlêkirina zêdebûnê di budçeya giştî de temam e. Lewma rewşa derengmayînê pirsên li ser sedemên rastîn ên derengketinê derdixe holê, bi taybet ji ber kêmbûna hêza kirînê û zêdebûna buhayan.

HINCETÊN HIKUMETÊ

Medyaya hikumetê li ser zimanê Wezareta Darayî diyar kir ku sedemên derengketina dayîna zemê "xebatên rêveberiyê yên têkildarî amadekirina lîsteyên darayî ye”, her wiha hewcedariya "talîmatên bicihanînê yên bidawîkirinê da ku piştrast bikin ku biryar bi berfirehî û sîstematîk tê bicihanîn". Wezaretê diyar kir ku "zêdebûn heye û dê were dayîn gava ku xebatên pêwîst temam bibin.”

BANDORÊN ABORÎ Û PIRSÊN BERDEWAM

Pispor di wê baweriyê de ne ku derengketina dayîna zemê, her çend bi sedemên îdarî ve girêdayî be jî, rasterast bandorê li baweriya karmendan a bi hikumetê dike, bi taybet ji ber daketina bihayê lîreyê Sûriyeyê di hefteyên dawîn de ku dikare nirxê zêdebûnê berî ku bigihêje karmandan kêm bike.

(k)

ANHA