Wê nûnerên Îsraîl û Lubnanê li Washingtonê bicivin

Di çarçoveya lêgerîna ji bo asayîkirina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îsraîl û Lubnanê de, wê nûnerên her du welatan roja pêncşemê di asta balyozan de li Washingtonê tûra duyemîn a hevdîtinan pêk bînin.

Wê nûnerên Îsraîl û Lubnanê li Washingtonê bicivin
20 nîsan, 2026   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û çavkaniyek payebilind ê Îsraîlî ku navê xwe neda daxuyanî da Reutersê û got ku şandeyên Îsraîl û Lubnanê wê roja pêncşemê li Washingtonê bicivin. Ev hevdîtina ku bi mazûvaniya DYA’yê wê bê lidarxistin û ev hevdîtin di asta balyozan de tûra duyemîn a di navbera her du welatan de ye.

Ev civîn piştî agirbesta 10 rojan a ku roja Pêncşemê ket meriyetê, civîna yekem a her du welatan a rû bi rû ye.

Tûra yekem a hevdîtinan di 14ˊê Nîsanê de, bi mazûvaniya Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio, pêk hatibû. Berdevkê Wezareta Karên Derve got, "Em ê hêsankirina hevdîtinên rasterast û bi niyeta baş a di navbera her du hikûmetan de berdewam bikin.“