Li Qamişloyê terapiya Sojuk û tiba alternatîf

Bijîşk El Hekîm Loqman li Qamişloyê bi dermanên xwezayî nexweşan tedawî dike, bi taybet kesên ku êş di hestî û sinirên wan de hene ku çareserî ji nexweşiyên xwe re nedîtine, berê xwe didin klînîka El Hekîm.

Li Qamişloyê terapiya Sojuk û tiba alternatîf
21 nîsan, 2026   05:50
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Li ser rêya Minûr Hebîb a taxa Xerbî ya Qamişloyê klînîka El Hekîm Loqman heye. Lokman bi rêbaza Sujok û tiba alternatîf nexweşan tedawî dike. 

El Hekîm Lokman di sala 1962’yan de li bajarê Amûdê ji dayik bûye. Piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û amedeyî xilas dike, di sala 1988’an de li Misirê Zanîngeha Amerîkî ya tiba alternatîf û Sujok dixwîne. El Hekîm li Misirê 7 salan beşa tiba alternatîf û 2 sal jî beşa Sujok dixwîne. Piştî xwendina xwe vegeriya welat û ev 28 sal e nexweşan tedawî dike.

Terapiya Sujok ji aliyê Prof. Park Jae Woo yê ji Koreyê ve hatiye pêşxistin. Dest û ling wek minyatura laş tên dîtin, xalên diyar ên di dest û lingan de mesaj dike û herikîna enerjiyê sererast dike. Armanca wê kêmkirina êşê û başkirina lebatên hundirîn e. Bi taybet êşên kronîk, nexweşiyên movikan tedawî dike. Bi tedawiyek xwezayî, bê derman nexweş tên tedawîkirin.

El Hekîm Lokman bi rêya terapiya Sujok û dermanên xwezayî nexweşiyên dîsk, êşa movikan, êşa rehan, gurçik, kolon, mîgren, nexweşiyên çerm, mîde û êşa hestiyan tedawî dike. Dermanên xwezayî ji giyayan çêdike û van nexweşiyan tedawî dike.

Nexweşên ku diçin gel El Hekîm Lokman bi piranî nexweşên hestî, reh û movikan in. Li gel bijîşkên din jî ev tenê bi emeliyatan çareser dibin. Li herêmê emeliyatên dîskê pir biha ne û piştî emeliyatê jî çareseriyeke teqez dernakeve. Lewma nexweş berê xwe didin El Hekîm.

Nexweş dema diçin gel Lokman, bi tehlîla Sujok nexweşiyê analîz dike, tespît dike û dest bi tedawiyê dike. Bi amûrên ku ji Çînê anîne, tedawiyê dike.

El Hekîm Lokman li gorî giraniya nexweşiyan di çend seansan de nexweşan tedawî dike. Bijîşk El Hekîm Loqman dibêje: “Karê em dikin tedawiya fîzîkî ye. Amûrên tedawiya nexweşiyan li gel me hene. Em li gorî giraniya nexweşiyê rêbazên tedawiyê bi kar tînin.”

Nexweşên ku diçin gel Lokman sînorek ji temenê wan re tune ye, zarok jî temenmezin jî tedawiyê dibînin.

Bijîşk El Hekîm Loqman dibêje: “Nexweşiyên pir giran ku êdî îltîhab ketibe rehan, tedawiya wan zehmet e. Hinek nexweş neçar in emeliyat bibin. Wê demê diçin gel bijîşkên operator. Li gel me her seansek bi 75 hezar lîreyan e, li nexweşxane û klînîkên din pir pere tê standin.”

Jina bi navê Zekiye Birahîm jî li klînîka El Hekîm tedawî dibe, bijîşk dibêje di stûyê wê de dîsk heye. Heta niha 9 seansan tedawî bûye. Zekiye dibêje: “Min nedikarî bimeşim. Dema radibûm, diketim. Li Qamişloyê tu bijîşk neman ez neçûmê. Heta min tehlîlên giştî çêkirin, kesî tiştek fêm nekir. Ez pir ne baş bûm, min digot êdî ez mam bi vî awayî. Niha ez dikarim bimeşim, her ku diçe baş dibim.”

Klînîka bijîşk El Hekîm Loqman ji rojên şemiyê heta pênçşeman di navbera saet 09.00-14.00’an de nexweşan pêşwazî dike.