Li  Sûriyeyê ji destpêka sala 2026`an ve zêdetirî 2 hezar kes hatine kuştin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ragihand ku ji destpêka sala 2026     an heta dawiya Tebaxê 2 hezar û 240 kesan li deverên cuda yên Sûriyeyê hatine kuştin.

Li  Sûriyeyê ji destpêka sala 2026`an ve zêdetirî 2 hezar kes hatine kuştin
2 îlon, 2026   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê diyar kir ku qurbaniyên tomarkirî hem sivîl û hem jî leşker in. Hejmara qurbaniyên sivîl gihîştiye hezar û 503 kesan , di heman demê de 737 kesên ne-sivîl ji ber tundiya berdewam, pevçûn, êrişên çekdarî û aloziyên ewlehiyê li parêzgehên cuda hatine kuştin.

SOHR`ê diyar kir ku berdewamiya bûyerên kuştinê îspat dike ku rewşa mirovî aloz e û daxwaz kir ku parastina jiyana sivîlan dûrî hesabên siyasî û leşkerî bibe erkê sereke, her wiha tedbîr werin girtin da ku tundî rijandina xwînê raweste.