Ciwanên Kobanê: Em dixwazin bi Rêbertî re hevdîtinê bikin

Ciwanên bajarê Kobanê destnîşan kir ku ew dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Ciwanên Kobanê: Em dixwazin bi Rêbertî re hevdîtinê bikin
28 tebax, 2025   06:25
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê 5’ê Hezîrana îsal kampanyaya bi dirûşma "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" dabû destpêkirin. Kampanya dewam dike û bi eleqeyek mezin ji aliyê siyasetmedar, kesayetên welatparêz, rewşenbîr, siyasetmendar û pêkhateyên cuda yên gel ve tê pêşwazîkirin.

Ciwanên bajarê Kobanê yê kantona Firatê jî diyar kir ku ew dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Kobanê Aram Ebdî destnîşan kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya mirovahiyê ye û wiha got: "Em jî dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim. Em êdî dixwazin Rêberê me ji zindanê derkeve û bi fîzîkî azad be."

Ebdî da zanîn ku Rêber Adullah Ocalan dil, mêjî, raman, felsefe û hebûna wan e û wiha pê da çû "Em ê têkoşîna xwe xurtin bikin, ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û wî bibînin.”

ˋGIYANÊN ME BI RÊBERTÎ VE GIRÊDAYÎ YEˊ

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Kobanê Îslim Îbrahîm jî diyar kir ku xewn û xeyalên wan ew e ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî bibînin û got: "Dema ku behsa Rêbertî dikin, ez moral û hêz digirim. Ji ber ku Rêbertî bi xwe hêza herî xurt e. Jiyana min bi Rêber Apo ve girêdayî ye. Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, em jî tu carî azad nabin. Ji ber ku azadiya wî azadiya tevahî gelan e."

Îslim anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan têkoşîneke bêhempa da meşandin û wiha anî ziman: "Em ê wek jinên Kobanê her tim têkoşîna xwe berdewam bikin, heta em bi Rêbertî re hevdîtinê nekin, tu carî ranawestin."

ˋRÊBER APO DIL Û MÊJIYÊ ME YEˊ

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Kobanê Dilovan Egîd jî got ku heta dixwazên wan ên hevditina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bên, wê têkoşîna xwe bidomînin û got :"Em êdî bê Rêber Apo nikarin bijîn, ji ber ku ew dil û mêjiyê me ye."

(fr)

ANHA