Ciwanên Dirbêsiyê: Em ji bo parastinê amade ne

Li ser banga seferberiya giştî ya ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê ji bo parastina taxên xwe pêşengiyê dikin.

Ciwanên Dirbêsiyê: Em ji bo parastinê amade ne
26 ÇILE, 2026   02:35
HESEKE

Di çarçoveya seferberiya giştî de ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve di 18`ê Çileyê de hatiye ragihandin, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ragihand ku ew ji bo parastina taxên xwe li hember êrişên li dijî gelên herêmê amade ne.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Gulê Osman diyar kir ku ciwan tevlî seferberiya giştî bûne da ku taxên şênniyan biparêzin û li hembe gefên heyî gel biparêzin.

Gulê diyar kir ku ciwan ji bo parastina tax û axa xwe derketine kolanan, û rê li ber her hewldanek dijmin a ketina herêmê girtine. Her wiha da zaîn ku ev helwesta wan ji bo parastina jin û zarokan û ji bo pêşîgirtina li her komkujiyek li dijî wan e, û diyar kir ku heta ku ew hene, dê destûr neyê dayîn ku dijmin bikeve erdê.

Gulê Osman peyamek ji gelê Kurd ê li her çar beşên Kurdistanê re şand û ji wan xwest berxwedana xwe bidomînin, di malên xwe de nemînin û li dijî dijmin yekgirtî bin.

Ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Nûra Hemê diyar kir ku jinên ciwan û bi giştî ciwan amade ne ku li gorî seferberiya giştî welat û bajarokên xwe biparêzin.

Nûrayê diyar kir ku ciwan tevlî seferberiya giştî bûne û dê bi hemû hêza xwe û ji her alî ve li ber xwe bidin, û da zanîn kir ku moralê wan tevî êriş û zextên berdewam bilind e.

Nûrayê got ew li hember her hewldanek ji bo tunekirina gel bêdeng namînin, û destnîşan kir ku dirûşma wan "Jin, Jiyan, Azadî" ye. Nûra di dawiyê de bang li gel kir ku guh nedin şerê medyayê û berxwedana xwe bidomînin.

Endamê Yekitiya Ciwanên Şoreşger Dilbrîn Mihemed jî diyar kir ku berxwedan jiyan bi xwe ye, û got ew ê  heta nefesa dawî têkoşîna xwe berdewam bikin.

Mihemed diyar kir ku rola ciwanan di vê qonaxê de pir girîng e, û gotinên rêber Abdullah Ocalan anî ziman: "Me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin."

Mihemed da zanîn ku dijmin dixwaze li dijî gelê Kurd komkujiyan bike û hewl bide wan tune bike, lê Ciwanên Şoreşger dê bi hemû hêza xwe berxwedana xwe bidomînin.

Di dawiyê de Mihemed bang li gelê Kurd kir ku ji bo parastina xwe ji komkujiyan yekgirtî be û da zanîn ku morala wan bilind e û ew bi hêzên xwe yên leşkerî bawer in.

(k)

ANHA