Fermandarekî Leşkerî: Em amade ne bersiva her êrişekê bidin 

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Xebat El Şiêtî, diyar kir ku hêzên wan dê herêmên xwe biparêzin û got: "Ew her dem amade ne bersiva her êrişekê bidin."

Fermandarekî Leşkerî: Em amade ne bersiva her êrişekê bidin 
28 tebax, 2025   03:35
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Xebat El Şiêtî, der barê tevgerên dawî yên şaneyên DAIŞ`ê li herêmê de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê tevgera xwe zêde kiriye û hewl didin xwe bi rêxistin bikin.

El Şiêtî diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji Qamişlo heta Hesekê, Reqa û Şedadê û Baxozê helmeyên ewlehiyê pêk anîne. Di wan hemleyan de derbeyên mezin li çeteyan xistine û gelek qurbanî dane.

El Şiêtî diyar kir ku hêzên wan herêmên xwe li hember êrişan diparêzin û got, "Em ê çekên xwe bernedin û xwîna şehîdên xwe ji bîr nekin. Em her dem amade ne ku bersiva her êrişekê bidin."

El Şiêtî nêrîna xwe ya der barê siberoja Sûriyeyê de anî zimn û got ku ji bo avakirina welatekî ku hemû pêkhate tê de bijîn baweriya hêzên wan bi aştiyê heye û got "Em aştiyê dixwazin, ne şer. Em dixwazin Sûriyeyek yekgirtî û dadperwer, bê cudakarî û bê dûrxistin were avakirin, ku tê de aramî serdest be û mafên her kesî werin parastin. "

Der barê rewşa niha û gefên ewlehiyê yên heyî de, El Şiêtî aşkera kir ku tevgera çeteyên DAIŞ`ê zêde bûye û dixwaze careke din cihê xwe li Sûriyeyê xurt bike.

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê di 19`ê Tebaxê de ragihandibû ku êrişên çeteyên DAIŞ`ê ji destpêka salê ve zêde bûne, her wiha hin çekdarên nenas jî êriş pêk anîn. Meclisê eşkere kiribû ku di 150 êrişan de 6 şervanên wan şehîd bûne.

(k)

ANHA