Li New Yorkê amadekariya lidarxistina konferansek têkildarî kampa Holê

Di 26ˊê Îlona bê de amadekariya lidarxistina "Konferansek Navneteweyî" bi sernavê Sûdgirtina ji pirrengiyê di vegerandin, dadgehkirin, rehabîlîtasyon, jinûve entegrasyona kesan di civakên wan de", li New Yorkê tê kirin.

Li New Yorkê amadekariya lidarxistina konferansek têkildarî kampa Holê
27 tebax, 2025   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 26ˊê Îlona bê de der barê kampa Holê de li bajarê New York ê Amerîkayê "Konferanseke navneteweyî" bi sernavê "Sûdgirtina ji pirrengiyê di vegerandin, dadgehkirin, rehabîlîtasyon û ji nû ve entegrasyona Kesan di civakên wan de" dê bê lidarxistin.

Agahiyên der barê konferansê de ji daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê hatin girtin. Wezareta Karên Derve ya Iraqê ji Wezareta Karên Derve yê Lubnanê re ji bo tevlêbûna li konferansê vexwendname şand. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê de hat diyarkirin ku "Wê li ser civînên NYˊyê ev konferans were lidarxistin. Dê di konferansê de mekanîzmeyên dan û standina bi dosyaya malbatên DAIŞˊê re weke vegerandin, dadgehkirin, rehabîlîtasyon û jinûve entegrasyona wan di nava civakê de, werin nîqaşkirin.

Ruxmî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk aliyê yekser ê bepirsê kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ye, lê heta niha tu helwesteke yan jî daxuyaniyek fermî der barê konferansê de nîşan nedaye û nayê zanîn ku wê beşdar bibe yan na.

Li gorî daneyên dawîn ên Rêveberiya Kampa Holê, nêzî 13 hezar Iraqî, 15 hezar Sûriyeyê, 6385 jin û zarokên çeteyên DAIŞˊê yên biyanî di kampê de ne.

Ji 2021ˊê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya hikumeta Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî Iraqiyên di kampê de yên ku dixwazin vegerin warê xwe, ji kampê derdixin.

(fr)