Ciwanên Dirbêsiyê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin

Ciwanên bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gaveke bingehîn e ber bi serkeftina pêvajoya aştiyê û avakirina civakeke demokratîk ve û bal kişandin li ser rola ciwanan di têkoşînê de.

Ciwanên Dirbêsiyê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin
10 ÇILE, 2026   04:05
HESEKE
MÎRAV ÎSO

Ciwanên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê li ser rola girîng a ramanên rêber Abdullah Ocalan û girîngiya serbestberdana wî wek gaveke bingehîn ber bi bidestxistina aştiyeke rastîn û mayînde li herêmê, ji ajansa me re axivîn.

Jina ciwan Aya Hisên diyar kir ku pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk piştî salên şer û êşê bûye hêviyeke rastîn a gel. Aya destnîşan kir ku dewleta Tirk heta niha polîtîkayên xwe neguhertiye û da zanîn ku Tirkiye bi rêya van polîtîkayan dixwaze destwerdanê di siberoja Sûriyeyê de bike û bandorê li biryarên hikumeta demkî bike.

Ayayê her wiha diyar kir ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan gaveke bingehîn e ber bi serkeftina pêvajoya aştiyê ve û destnîşan kir ku bêyî azadkirina wî mirov nikare behsa aştiyeke rastîn bike.

Jina ciwan Silava Simo destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di 27`ê Sibata sala borî de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wekî destpêka qonaxeke nû ya li ser bingeha têkoşîna siyasî û demokratîk da destpêkirin.

Silavayê got dewleta Tirkiyeyê ji bo serkeftina vê pêvajoyê hîn gavên cidî neavêtine û her wiha zîhniyeta xwe ya li ser bingeha înkarê û dijî demokrasiyê neguhertiye û da zanîn ku ev nêzîkatî astengiyeke mezin e li pêşiya pêkanîna aştiyê.

Di dawiyê de Silava Simo diyar kir ku aştiya rastîn bêyî azadkirina Rêber Abdullah Ocalan nayê pêkanîn.

Jina ciwan Nisrîn Xelîl diyar kir ku destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve bandoreke girîng li ser neteweya Kurd û Rojhilata Navîn bi giştî kiriye, lê dewleta Tirkiyeyê ji bo serkeftina vê pêvajoyê hîn gavên cidî neavêtine.

Nesrîn Xelîl diyar kir ku rola ciwanan ji bo pêvajoya aştiyê û avakirina civakek demokratîk bingehîn e. Her wiha da zanîn ku hemû ciwan amade ne ji bo pêkanîna her erk an berpirsyariyeke ku di vê qonaxê de ji wan tê xwestin.

Nesrîn destnîşan kir ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwazeke bingehîn e, ji ber ku ew şertek e ji bo pêkanîna aştiyeke rastîn û mayînde.

(k)

ANHA