Ciwanên Dirbêsiyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist

Ciwanên bajarê Dirbêsiyê bi meşekê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Ciwanên Dirbêsiyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
18 tîrmeh, 2026   21:54
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi banga azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li bajarê Dirêbsiyê li dar xist.

Meş ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanan ber bi Çerxerêya Gardînyayê ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan. Pankartên bi nivîsên "Em ê bi rihê berxwedana Rojava em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin" jî hatin vekirin.

Li Çerxerêya Gardînyayê deqeyek rêz hat girtin. Piştre ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Arsoz Xelef axivî û pergala tecrîdê ya li Îmraliyê şermezar kir.

Arsoz Xelef anî ziman ku heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê axaftina li ser azadiyê mumkin nine. Her wiha bang li civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikevin tevgerê.

Arsoz Xelef di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwanan kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin û piştgiriyê bidin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Meş bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.

(bb)