Şehîd Ronahî Amanos hat bibîranîn

Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyeyê Ronahî Amanos (Hêvî Hisên) di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de hat bibîranîn.

Şehîd Ronahî Amanos hat bibîranîn
Şehîd Ronahî Amanos hat bibîranîn
Şehîd Ronahî Amanos hat bibîranîn
Şehîd Ronahî Amanos hat bibîranîn
Şehîd Ronahî Amanos hat bibîranîn
Şehîd Ronahî Amanos hat bibîranîn
16 mijdar, 2025   14:34
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta yek ji pêşengên tevgerên Ronahî Amanos (Hêvî Hesen) merasîma bîranînê li hola Xabûr a bajarê Hesekê li dar xist. Bi dehan ciwan, nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan û hêzên leşkerî amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Tevgera Ciwanên Ermen Lusnak Kaferyan li ser jiyan û têkoşîna şehîd Ronahî axivî.

Lusnak diyar kir ku şehîd Ronahî dengê jina azad bû û bi cesareta xwe peyama xwe gihand cîhanê.

Lusnak anî ziman ku têkoşer Ronahî meşaleya ku rêya hevreyên xwe û jinên ciwan ên lêgerîvanên azadiyê ronî kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî bi navê hêzên leşkerî di kesayeta şehîd Ronahî de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza domandina rêya şehîdan da.

Dêrsim Hesekê got, şehîd Ronahî bi israr û baweriya bi dozê ve têkoşîn kir û bû nimuneya berxwedanê.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Ronahî Amanos hat pêşandan. Di dawiyê de dayikên şehîdan mûm pêxistin.

Ronahî Amanos 15’ê Mijdara 2024’an dema erka xwe bi cih danî, li bajarê Qamişloyê şehîd bû.

(bb)

ANHA