Kurd dê vê carê karibin yekitiyê pêk bînin?

Di nava geşedan, şer, pevçûn û nakokiyên sed salên dawî yên li Rojhilata Navîn de Kurdan gelek caran hewl dane yekitiya xwe çêbikin û hebûna xwe bidin qebûlkirin, lê nekarîne bigihîn encamê. Niha yekrêzî careke din bûye rojeva sereke û ev pirs tê kirin: “Gelo Kurd dê vê carê karibin pêk bînin an na? 

Kurd dê vê carê karibin yekitiyê pêk bînin?
19 nîsan, 2026   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dirêjahiya zêdetirî sed salan de banga yekitiya Kurdan her tim di xîtabên gel û rêveberên partiyên siyasî yên Kurdan de li pêş bû. Ev bang dema êrişan û guhertinên siyasî yên li Rojhilata Navîn zêdetir dibe.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û bi her pêşketineke herêmî re jî, bi banga avakirina yekitiya kurdî, ji Bexda, Hewlêr û Dihokê heya Qamişloyê, ji Stenbolê heya Mehabadê, civîn û konferans hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Lê ji ber nakokiyên di navbera partiyên Kurdan de û destwerdanên derve ev bang bi cih nehat.

Em ê di vê raporê de pêşketinên leşkerî û siyasî yên ji beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn û vir ve çêbûne û bangên ji bo yekitiya Kurdan hatine kirin, bi bîr bixin.

ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN: NÎŞANÊN NASNAMEYA SIYASÎ YA KURDÎ

Beriya sala 1914'an nasnameya kurdî bi piranî di çarçoveyeke civakî û eşîrî de teşe girtibû. Piştre jî bi taybetî li bajarên mezin ên di nava Împaratoriya Osmanî de nasnameya kurdî gav bi gav nêzî xîtabeke siyasî ya rêxistinkirîtir dibû. Di vê çarçoveyê de komeleyên çandî û rojnameyên kurdî li Stenbol û deverên din hatin vekirin. Her wiha kesayetên kurdî derketin ku hewl dan pirsgirêka Kurd bixin çarçoveyeke siyasî ya berfirehtir. Ji wan kesayetan Ebdulqadir Ubeydullah hebû. Dema ku Dewleta Osmanî di qonaxên xwe yên dawîn de û hestên neteweyî li pêş bûn û bandora hêzên Ewropayê zêde bû, Ebdulqadir Ubeydullah bi armanca ku temsîliyeta siyasî ya Kurdan di nav dewletê de were bidestxistin, hewldan kirin û mafên Kurdan di çarçoveyeke îslahî û dan û standinan de xiste rojevê.

1914-1918: ŞERÊ CÎHANÎ YÊ YEKEM Û DESTPÊKA QONAXEKE NÛ

Bi destpêkirina Şerê Cîhanî yê Yekem (1914) re, Kurdan xwe di nav pevçûneke navneteweyî ya ji bo jinûve xêzkirina nexşeyan de dît. Di demekê de ku hin eşîrên Kurdan tev li artêşa Osmanî bûbûn, hêzên din ên Kurd hewl da vê derfetê bi kar bînin da ku projeyeke siyasî ji bo Kurdan ku mafên wan û erdên wan ên desteserkirî vegerîne, vegerînin.

Di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1918) de aşkera bû ku Rojhilata Navîn li ber parçekirineke nû bû û mijara kêmnetewe û neteweyan dikeve qonaxeke "sozên navneteweyî". Gelek dîroknasan ev qonax wek destpêka pevçûna li ser siberoja Kurdistanê nirxand.

1920: PEYMANA SEVRÊ; PENCEREYEKE NAVNETEWEYÎ JI BO PROJEYEKE KURDÎ

10'ê Tebaxa 1920'an, hêzên li hemberî Împaratoriya Osmanî bi ser ketin, Peymana Sevrê îmze kir. Di peymanê de derfetên avakirina rêveberiyeke xweser ji Kurdan re an jî serxwebûna wan hebû. Bi vî awayî Sevr bû yekem belgeya navneteweyî ku hêviyeke berbiçav pêşkêşî Kurdan kir.

1923: PEYMANA LOZANÊ; HÊVÎ TÊK ÇÛ Û DOSYA LI QADA NAVNETEWEYÎ HAT GIRTIN

Piştî ku tevgera kemalîst li Tirkiyeyê derket pêş û artêşa nû ya Tirk ava bû, hêviya ku bi Peymana Sevrê re çêbûbû bi îmzekirina Peymana Lozanê (24 Tîrmeh 1923) re bi dawî bû. Lozanê deriyê her cure naskirina mafên neteweyî yên Kurdan girt û sînorên siyasî yên Tirkiyeya nûjen destnîşan kirin. Bi vî awayî qonaxeke nû ya têkoşîna Kurdan li dijî dewletên neteweyî yên ku piştî şer derketin holê, dest pê kir.

1921: SERHILDANA KOÇGIRIYÊ; EZMÛNA PÊŞÎN A YEKITIYA EŞÎRAN LI BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYEYÊ

Di dema tevliheviyên siyasî yên ku bi damezirandina komara Tirk re derketine, di sala 1921'ê de Serhildana Koçgiriyê bi pêşengiya fermandar û helbestvanê Kurd Elîşêr dest pê kir. Elîşêr hewl da eşîrên Kurdan di aliyê siyasî û leşkerî de li hemberî desthilata nû bike yek.

Lê ji ber pêşketina dewleta Tirk di aliyê leşkerî, di heman demê de ji ber parçebûna di navbera eşîran de û nebûna destekê ji derve ve, Serhildana Koçgiriyê têk çû.

1925: SERHILDANA ŞÊX SEÎD; BANGA YEKITIYÊ LI DIJÎ DEWLETA TIRK

Di sala 1925'an de, yek ji mezintirîn serhildanên Kurdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derket, Serhildana Şêx Seîdê Pîranê bû.

Şêx Seîd hewl da eşîr û hêzên herêmî li dijî polîtîkayên tirkkirin û zilmê yên dewleta Tirk bike yek. Lê ev serhildan têk çû û Şêx Seîd di 29'ê Hezîrana 1925'an de hat dervekirin. Bi serhildanê û piştî wê re zextên li ser Kurdan û tevgerên wê zêdetir bûn.

1930: SERHILDANA AGIRIYÊ; HEWLA AVAKIRINA RÊVEBERIYEKE KURDÎ YA BIRÊXISTINKIRÎ

Di sala 1930'î de Serhildana Agiriyê li nêzî çiyayê Gilîdaxê dest pê kir. Şoreş bi pêşketina rêxistineke kurdî ya neteweyî ya girêdayî Komeleya Xoybûnê ya di sala 1927'an de li sirgûnê ava bûbû, pêk hat. Armanca serhildanê ew bû ku hêzên Kurdan li hemberî dewleta Tirk bikin yek. Serhildan di encama êrişên bejahî û hewayî yên giran ên dewleta Tirk de têk çû.

1918-1992: LI ÎRAN Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ TEVGERA SIMKOYÊ ŞIKAKÎ

Di navbera salên 1918 -1922'yan de anku di dema tevliheviyên li Îranê yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn de navê rêberê Kurd Simko Şikakî derket pêş. Simkoyê Şikakî hewl da eşîrên Kurdan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di çarçoveya projeyeke siyasî û leşkerî de li hemberî rejîma Îranê bike yek. Lê proje mehkûmî pêkhatina eşîrî û parçebûnê ma û nebû rêxistineke neteweyî ya sabit.

1919-1931: LI IRAQÊ SERHILDANA ŞÊX MEHMÛDÊ BERZENCÎ Û PROJEYA XWESERIYÊ

Di navbera salên 1919-1931'an de Şêx Mehmûdê Berzencî li Iraq û Başûrê Kurdistanê pêşengtiya rêzeserhildanên li dijî dagirkeriya Brîtanyayê kir û pêşniyara avakirina rêveberiya xweser a Kurdan li Silêmaniyê û derdora wê kiribû. Di gelek pêvajoyan de xwe wek qralê Kurdistanê ragihand. Hewldanên wî di dema avabûna Qraltiya Iraqê (1921) û şerê Brîtanyayê yê li ser herêmê pêk hat. Lewre pirsgirêka Kurd bû beşeke şerê mezin ê li ser şeklê nû yê deweta Iraqê.

KOMARA KURDISTANÊ; DEWLETA YEKEMÎN A BIÇÛK A KURDAN

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û zêdebûna bandora Yekitiya Sovyetê, Qazî Mihemed di 22'yê Çileya 1946'an Komara Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand.

Mela Mistefa Barzanî yek ji hevalendên leşkerî bû ku piştgirî da Komara Kurdistanê. Lê piştî vekişîna Sovyetê û ketina artêşa Îranê ya nava Mehabadê di Kanûna 1946'an de ezmûna komarê têk çû û Qazî Mihemed di 31'ê Adara 1947'an de hat darvekirin.

1946: DAMEZIRANDINA PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ (PDK)

Di sala 1946'an de Mela Mistefa Barzanî piştî ku ji sirgûnê vegeriya Başûrê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ava kir û şer li dijî rejîma Bexdayê ragihand.

ŞOREŞA ÎLONÊ LI IRAQÊ Û YEKITIYA DI BIN ALA BARZANÎ DE

Di destpêka salên 1960'î de şerê çekdarî li Iraqê di çarçoveya "Şoreşa Îlonê 1961" de bi pêşengiya Mistefa Barzanî gur bû.

Di wextekî de rewşa siyasî ya Iraqê ne aram bû, derbeyên leşkerî pêk dihatin û rê li ber muzakereyên demkurt û şerên demdirêj vekirî bû, Mistefa Barzanî hewl da hemû hêz û eşîrên Kurdan bike yek û rêveberiyeke siyasî ya tevgera kurdî li Iraqê ava bike.

11’Ê ADARA 1970’YAN; LIHEVKIRINA LI SER RÊVEBERIYEKE XWESER

11'ê Adara 1970'yan ded hikumeta Iraqê û tevgera Kurd bi pêşengiya Barzanî lihevkirinek îlan kir. Di lihevkirinê de sozên rêveberiyeke xweser ji bo Kurdan, naskirina mafên çandî û zimanî yên Kurdan û beşdariya wan di xebata siyasî de hatin diyarkirin. Lê lihevkirin ji ber nakokiyên li ser bicihanîna bendên wê û diyarkirina sînoran têk çû. Di encama vê yekê de şer dîsa dest pê kir.

1975: PEYMANA CEZAYÎRÊ; HILWEŞÎNA ŞOREŞÊ Û AVABÛNA YNK'Ê

6'ê Adara 1975'an, Iraq û Îranê Peymana Cezayîrê îmze kir. Bi peymanê re piştgiriya Îranê ji bo tevgera Kurd bi dawî hat û şoreşa Kurdan zû hilweşiya. Bi vê yekê pirsgirêka Kurd ket qonaxeke dijwar.

Di çarçoveya vê krîzê de, Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) di sala 1975'an de bi serokatiya Celal Talebanî wek hevrika PDK'ê hate damezirandin. Ev parçebûn bû sedema pirsgirêkê li pêşiya yekitiya neteweyî ya kurdî li Başûrê Kurdistanê.

1980-1999: PKK Û BANGA YEKITIYÊ; DESTPÊKA PÊVAJOYEKE NÛ

Derbeya 12'ê Îlona 1980'ê li Tirkiyeyê xaleke mezin a veguherînê bû. Polîtîkayên girtin û tirkkirinê yên dewletê li dijî Kurdan zêde bûn û çalakiyên siyasî hatin qedexekirin. Lewre jî tevgera Kurd xebata xwe bi awayekî veşartî pêk dianî. Di vê qonaxê de ku zextên li ser Kurdan di lûtkeyê de bûn, Rêber Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ava kir.

1980-1984: AVABÛNA RÊXISTINEKE YEKBÛYÎ LI DERVE

Piştî derbeyê Rêber Abdullah Ocalan girîngî da ku birêxistinbûyîna PKK'ê li derve xurt bike. Di vê çarçoveyê de li Sûriye û Lubnanê navendên perwerdeyê ava kirin û hewl da Kurdên li Tirkiyeyê di nava birêxistinbûyeke xurt de bike yek.

15'Ê TEBAXA 1984'AN: RAGIHANDINA TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ

Di 15'ê Tabaxa 1984'an de PKK'ê têkoşîna çekdarî li dijî dewleta Tirk da destpêkirin. Bi vê yekê pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derbasî merheleyeke dirêj a şer bû. Di wê merheleyê de Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku yekitî bi avakirina eniyeke berxwedanê ya yekbûyî li dijî dewleta Tirk pêkan e.

1993: AGIRBESTA YEKEMÎN

Di Adara 1993'yan de PKK'ê bi hewldana ku pêvajoya aştiyê bide destpêkirin, agirbest ragihand û banga aştiyê, çareseriya siyasî û yekbûna helwesta Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Lê dewleta Tirk agirbest binpê kir û şer careke din dest pê kkir.

1994-1998: LI IRAQ Û BAŞÛR ŞERÊ NAVXWEYÎ

Di navbera 1994-1998'an de di navbera PDK û YNK'ê de şerê navxweyî derket. Rêber Abdullah Ocalan şer rexne kir û banga agirbestê li hêzên kurdî kir.

1995-1998: BANGA YEKITIYA NETEWEYÎ

Di navîna duyemîn a salên 1990'î de Rêber Abdullah Ocalan banga kongreyeke neteweyî ya Kurdistanî wek lêvegera Kurdan kir, lê bang neket pratîkê.

COTMEHA 1998’AN: RÊBER ABDULLAH OCALAN JI SÛRIYEYÊ DERKET

Piştî pirsgirêka siyasî ya di navbera rejîma Sûriyeyê û Enqereyê de ku bi îmzekirina Peymana Edeneyê encam da, Rêber Abdullah Ocalan di Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket. Di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî li Naîrobiyê hat revandin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Bi vê yekê merheleyeke ji bangên yekitiya kurdî bi dawî bû.

1991-1998: BAŞÛRÊ KURDISTANÊ; RÊVEBERIYA XWECIH Û ŞERÊ NAVXWEYÎ

Piştî şerê duyemîn ê Kendavê, di sala 1991'an de li Başûrê Kurdistanê serhildan dest pê kir.  Parastina navneteweyî ji bo Başûr hat ragihandin û qada hewayî hat girtin. Vê yekê rê li ber avabûna rêvberiyeke Kurdan a nîvxweser vekir.

Di sala 1992'yan de parlamentoya Başûrê Kurdistanê ava bû. Lê nakokiyên siyasî yên PDK û YNK'ê di navbera 1994-1998’an de veguherî şerekî navxweyî yê berfireh.

17: 17'Ê ÎLONA 1998'AN: PEYMANA WASHINGTONÊ Û HEWLA BIDAWÎANÎNA PARÇEBÛNÊ

Di 17'ê Îlona 1998'an de, bi çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Peymana Washingtonê hate îmzekirin û agirbest di navbera PDK û YNK'ê de çêbû.

9'Ê NÎSANA 2003'AN; KETINA REJÎMÊ Û RAGIHANDINA FEDERALIYÊ

Piştî ketina rejîma Sedam Huseyîn (9 Nîsan 2003) Başûrê Kurdistanê derbasî meryeleke nû ya siyasî bû û destûreke nû hat danîn. Di destûra Iraqê ya 2005'an de Başûrê Kurdistanê wek statuyeke federal hat naskirin. Lê yekitiya partiyan kêm ma, ji ber ku dubendiya siyasî û desthilatê (PDK û YNK) li herêmê di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de berdewam kir.

2011-2012: ŞOREŞA SÛRIYEYÊ Û RÊVEBERIYA XWESER

Di sala 2011'an de li Sûriyeyê serhildan li hemberî rejîma Baasê rabûn. Li Rojavayê Kurdistanê jî guhertinên bilez rû dan. Di 2012'an de hêzên rejîma Baasê ji herêmên Kurdan hatin qewitandin û rewşeke nû bi pêşengiya Kurdan li gel pêkhateyên din ên herêmê hat avakirin. Ji bo rêvebirina herêmê Meclisa Gel a Rojava ava bû. Encûmana Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) jî wek aliyekî din ê siyasî ku piştgiriyê ji Başûrê Kurdistanê digire, ava bû. Ji wê kêliyê ve yekitiya Kurdên Rojava bûye yek ji dozen herî hewcedar. Lê bi lez bi destwerdanên derve re rû bi rû ma.

TÎRMEHA 2012’AN: PEYMANA HEWLÊRÊ; HEWLDANA YEKRÊZIYÊ

Di Tîrmeha 2012'an de bi sponseriya serokê berê yê herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Meclisa Rojavayê Kurdistanê û ENKS'ê Peymana Hewlêrê îmze kir. Di peymanê de bendên li ser avakirina lêvegera siyasî ya hevbeş, parvekirinên rêveberî û nûnertiyê û yekbûna helwestan hebû. Lê ji ber nakokiyên li ser serdestiya ewlehî, leşkerî û rêvebirina saziyan, peyman bi cih nehat.

COTMEHA 2014'AN: PEYMANA DIHOKÊ; HEWLDANA DUYEMÎN JI BO BIDAWÎKIRINA PARÇEBÛNÊ

Di Cotmeha 2014'an de, wekî hewldana duyemîn a bidawîanîna parçebûna di navbera aliyên Kurdî yên Rojava de, Peymana Dihokê hate îmzekirin. Lê ji ber nakokiyên siyasî û rêxistinî peyman têk çû.

2014-2019: LI DIJÎ DAIŞ'Ê YEKBÛNA DI ÇEPERÊN ŞER DE

Di navbera 2014-2019'an serweriya çeteyên DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê berfireh bû. Vê yekê hêzên Kurdan neçarî kir ku aliyê leşkerî de yek bin. Ev yek di berxwedana Kobanê de diyar bû.

Tevî ku xetereya DAIŞ'ê Kurdan di meydanên şer de kirin yek lê nakokiyên siyasî de dewam kir.

2020-2021: TORÊN DIYALOGA KURDÎ

Di navbera 2020 -2021'ê de bi navbeynkariya DYA û Fransayê diyalogan di navbera partiyên kurdî yên Rojava de çêbûn.

Di van diyalogan de giranî dan avakirina lêvegera kurdî, ji nû ve sazkirina têkiliya di navbera Rêveberiya Xweser û ENKS'ê de û parvekirina rolan di saziyan de. Lê ji ber nakokiyên berdewam ên li ser desthilata leşkerî û îdarî û ji ber cudabûna helwestên herêmî, diyalogan bi lihevkirinekê bi encam nebû.

26'Ê NÎSANA 2025’AN: KONGREYA YEKRÊZIYA KURDÎ

Di demekê de ku axaftina li ser siberoja siyasî û destûrî ya Sûriyeyê zêde bûn, zextên herêmê pir bûn û nexşeya hegemonyayê dihat guhertin, di 26'ê Nîsana 2025'an de li bajarê Qamişloyê Kongreya Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava hat lidarxistin. Di kongreyê de li ser helwesta yekbûyî Kurdan li hemberî şêwazê dewleta Sûriyeyê ya siberojê, nasnkirina destûrî ya mafên Kurdan û siberoja Rêveberiya Xweser lihevkirin çêbû.

BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK

Di Sibata 2025'an de Rêber Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Piştre jî name ji rêberên Kurdan re şandin. Di nameyên xwe de banga lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî kiribû. Lê heya niha kongre nehatiye lidarxistin.

2026'AN Û GIRÎNGIYA AVAKIRINA ENIYEKE SIYASÎ YA YEKBÛYÎ

Ji 6'ê Çileya îsal (2026) ve komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û yên girêdayê dewleta Tirk êrişên berfireh li ser Rojava dan destpêkirin. Li hemberî van êrişan li seranserî herêmê seferberiya giştî hat ragihandin. Kurd li her çar aliyên cîhanê ji bo xwedîderketina li Rojava bûn  yek. Ji Bakur, Başûr û Rojhilat bi dehan ciwan hatin Rojava û tev li seferberiya giştî ya parastina Rojava bû. Li welatên din ên cîhanê jî bi mîlyonan Kurdan bi şev û roj li qadan bûn û helwesteke yekbûyî li hemberî êrişan nîşan dan. Seferberî, yekitî û helwesta gelê Kurd bû sedem ku pêşî li êrişên li ser Rojava werin girtin û lihevkirinek di navbera rêveberiya Rojava û hikumeta demkî de çêbe.

SEDEMÊN TÊKÇÛNÊ

Ji ber gelek sedeman yekitiya neteweyî ya hêz û partiyên kurdî çênebûye. Ji wan sedeman; parçebûna navxweyî, destwerdanên herêmî û navneteweyî û nebûna lêvegereke kurdî ya giştî.

Ji Peymana Sevrê ya sala 1920'î heta Konferansa Qamişloyê (2025) banga yekitiya Kurdan li pêş bû û bi zêdebûna aloziyan re zêdetir dibû. Lê heya niha nebûye projeyeke temam li ser erdê.

Pirsa xwe dide der ev e; "Gelo dê hêzên kurdî bangên yekitiyê veguherînin projeyeke siyasî û eniyeke siyasî û leşkerî ya kurdistanî ya yekbûyî ava bikin, an dê ev bangewazî wek beşeke dîroka pevçûn, parçebûn û zextên navneteweyî bimîne?”

(bb)

ANHA