Xelkê Siwêdayê daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe kir

Şênî û hiqûqnasên ji Siwêdayê bi 2 çalakiyan daxwaza aşkerakirina aqûbeta windayan û berdana dîlgirtiyan kir.

Xelkê Siwêdayê daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe kir
4 hezîran, 2026   20:46
SIWÊDA

Li Qada Keramê ya Siwêdayê  û bajarê Şehba malbat û hiqûqnasan bi daxwaza aşkerakirina aqûbeta windayan û berdana dîlgirtiyan 2 çalakî li dar xistin. Malbatan bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî kir ku li hember vê dosyaya mirovî bi awayekî cidî û aktîv bi erkên xwe rabin.

Beşdaran wêneyên dîlgirtiyan û pankartên bi nivîsên "vegera wan û aşkerakirina aqûbeta wan" hildan.

Di çalakiyan de xwişka dîlgirtî Emar Selman Fehid, Emel Fehid da zanîn ku birayê wê dema vedigerî mala xwe hat girtin û pirs kir ku gunehê wî çi ye ku were girtin. Emel bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên eleqedar kir ku çarenûsa windayan aşkera bikin.

Li aliyekî din jî dayika windayiyekî got ew tev li vê çalakiyê bûye ku dengê malbatan bigihîne cîhan û daxwaza berdana zarokên xwe yê tekane û tevahî windayan kir.

Xwişka windayiyekî din bang li rêxistinên navneteweyî û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor kir ku alîkariyan wan bikin ku têkiliyên bi windayan re deynin û rewşa wan bizanin.

Di çalakiyan de keça windayê bi navê Hikmet Xelîl El Hemod bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li ser aşkerakirina aqûbeta bavê wê bixebitin.

(fr)