‘Ji bo parastina jinan û civakê piştgiriya bidin YPJ‘ê’

Dîcle Ebdî ku ji Kobanê li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ‘ê tev li YPJ‘ê bûye, dibêje ji bo parastina jinan û civakê divê her kes piştgiriyê bide YPJ‘ê.

‘Ji bo parastina jinan û civakê piştgiriya bidin YPJ‘ê’
5 hezîran, 2026   05:55
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Li taxeke Kobanê ku yek ji şahidên berxwedana efsanewî ya li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê ye, rêwîtiya têkoşînê ya şervana YPJ‘ê Dîcle Ebdî dest pê kir. 

Dîcle Ebdî ku di qonaxa şer û berxwedanê ya li bajarê Kobanê de mezin bû, rola şervanên YPJ û YPG‘ê ya parastina bajar û rizgarkirina taxên wê ji nêz ve dişopand. Dîmenên berxwedana şervanan ji bo Dîcleyê ji rêzê nebûn, lê baweriya wê ku parastina xak û civakê berpirsyareke hevbeş û jin dikarin di vê rêyê de mîsyona pêşengiyê bikin, xurttir kir.

Dîcle Ebdî di sala 2020‘an de biryara tevlêbûna nava YPJ‘ê da. Dîcleyê diyar dike ku israra şervanan a di cenga rizgarkirinê û rihê kurdewarî yên ku di dema berxwedanê de bûye yek hişt ku tev li YPJ‘ê bibe.

Beriya tevlêbûna wê ya nava YPJ‘ê jiyana Dîcleyê di çarçoveyeke civakî ya teng de derbras dibû ku li ser jinan hatibûn ferzkirin û tevger û îradeya wan hatibûn sînordarkirin. Dîcleyê dît ku jin hêjayî jiyaneke azad û serbixwe.

Dêr Hafir pêngava leşkerî ya destpêkê bû ku Dîcleyê tê de cih girt. Der barê vê yekê de diyar kir ku tirsa destpêka wê re bû hestek xwezayî bû ku bi parastina xwe û hevalan ve girêdayî bû. Dîcle got: "Felsefeya Yekîneyên Parastina Jinan li ser parastina rewa ya xwe û civakê ye, ne li ser êrişan e."

Dîcle Ebdî di salên têkoşîna xwe de rastî gelek zehmetiyan hat, ji wan nêrîna hin beşên civakê yên ku rola jinan di male de sînordar dike û hebûna wan di qadên parastin û têkoşînê de red dikin. Lê Dîcleyê bi demê re ev zehmetî derbas kirin û veguherandin jêdera hêzê û baweriya wê ya bi têkoşînê ve.

Dîcle Ebdî tevlêbûna xwe ya nava YPJ‘ê wek xaleke veguherîna rasteqîn di jiyana xwe de bi nav kir û got: "Ne tenê di aliyê leşkerî de, di heman demê de di aliyê bîrdozî û mirovî de jî guhertinek di hundirê min de çêkir. Di nava YPJ‘ê de min wateya azadî û nirxên jiyanê fêm kir. Min rastiya dîroka jinan û êşên wan fêm kir. Min nas kir çawa rola jinan di dîrokê de hat paşguhkirin, tevî ku dikare gelek erk û berpirsyariyan pêk bike. Her wiha min sedema têkoşîna jinan a parastina civaka xwe û destkeftiyên xwe nas kirin."

Şervana YPJ‘ê Dîlce Ebdî got têkoşîn û berxwedana ne tenê bi rakirina çekan e, lê aliyê bîrdozî û çandî yên parastina dîroka rast a jinan û nîşandana rola wan di civakê de digire nava xwe.
Dîcle Ebdî da zanîn ku jinên Rojavayê Kurdistanê di salên dawîn de hêza xwe di hemû qadan de îsbat kirin û bûn nimuneyên jinên ku dikarin rêveberiyê bikin, bi rêxistin bikin û civaka xwe biparêzin, vê yekê gelek têgînin serdest ên der barê rola jinan de da guhertin.

Têkildarî girîngiya rola YPJ‘ê, Dîcle got; "Jin beşa herî zêde ye ku zilm, neheqî û binpêkirinên lê tê kirin.Di qonaxên cuda yên dîrokê de rêbazên wan ên têrker ên xweparastinê tune bûn. Avabûna YPJ‘ê xaleke girîng bû ku rê li ber gelek binpêkirinên li dijî jinan kirin."

Dîcle Ebdî bal kişand ser helwesta hikumeta demkî ya li hemberî YPJ‘ê jî û got: "Rola jinên ku civaka xwe parastin paşguh dike. Ev nêzîkatî ne layîqî asta bedelên ku jinan dane. Jinan îsbat kirin ku dikarin di hemû qadan de berpirsyariyê hilgirtin. Loma jî naskirina rol û mafên wan gaveke girîng a ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk e ku beşdariya rasteqîn a tevahî pêkhateyên civakê mîsoger bike."

Dîcle Ebdî bang li hikumetê kir ku nêrîneke vekirîtir li hember hêz û pêkhateyên li ser vê axê bipejirîne û diyar kir ku YPJ‘ê ne projeyek demkî ye ku ji ber şert û mercên demkî çêbûne, lê li ser bingeha armancên zelal ên têkildarî parastina civakê û jinan û azadiya wan hatine damezirandin.

Dîcle Ebdî şervanên şehîd û yên birîndar bi bîr anîn û got, divê destekftiyên bi saya van berdêlan hatine bidestxistin werin parastin û ev yek jî dê bibe berhema siberojeke ewle, azad û birûmet.

Dîcleyê di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku ji bo parastina civakê û nirxên azadî û edaletê piştgiriya YPJ‘ê bidomînin û bi berdêlên hatine dayîn re dilsoz bin.

(bb)

ANHA