Li baregeha Qesrikê ya Koalîsyonê ya Hesekê 2 dron hatin xistin

Hêzên Amerîkayê yên li baregeha Qesrik a Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê şeva duh 2 dronên hewl da êrişî baregehê bikin xistin.

Li baregeha Qesrikê ya Koalîsyonê ya Hesekê 2 dron hatin xistin
20 adar, 2026   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me daxuyand ku hêzên Amerîkayê yên li baregeha Qesrik a Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê ne şeva duh 2 dronên hewl da baregehê bombebaran bikin xistin xwarê.

Nûçegihan anî ziman ku li nêzî bajarokê Til Beyder dron hatin xistin û destnîşan kir ku ji destpêka êrişên Îsraîl-Amerîkayê li dijî Îranê ev êrişa 3ˊyemîn e, heta niha 6 dron hatine xistin.

Hat diyarkirin ku di êrişê de tu zirar nehatin bibîrxistin.

(fr)

ANHA