Bîlançoya kuştiyên êrişa dijî erebeyeke hêzên hikumeta veguhêz bilind bû

Bîlançoya kuştiyên êrişa li dijî erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta veguhêz a li ser rêya Dêrazor-Meyadînê derket 5ˊan.

Bîlançoya kuştiyên êrişa dijî erebeyeke hêzên hikumeta veguhêz bilind bû
16 cotmeh, 2025   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 2 endam ji ber birîna xwe mirin, bîlançoya kuştiyên êrişa çekdarî ya li dijî erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta veguhêz a li ser rêya Dêrazor-Meyadînê derket 5ˊan.

Li ser rêya giştî ya di navbera bajarên Dêrazor û Meydaînê de li nêzî gundê Seilo yê rojhilatê Dêrazorê, mayînek ku kesên nenas li ser rê çandibûn bi erebeyek leşkerî ya hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de teqiyabû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandibû ku nenasên ku mayîn li ser rê çandibûn ji şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞˊê ne û destnîşan kiribû ku ji ber rewşa xeter a birîndaran xuya ye hejmara kuştiyan zêde bibe.

(fr)