Komîteya Bilind a Qanûnî bi şêniyên Siwêdayê re civiya

Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê bi şêniyên bajarê Şehba re civiya. Di civînê de şêniyan banga çareserkirina krîzên sotemenî, av, nan, perwerdehî û tenduristiyê kir û diyar kir ku pêwîst e dosyaya revandî û dîlgirtiyan ji karên pêşîn ên komîteyê be.

Komîteya Bilind a Qanûnî bi şêniyên Siwêdayê re civiya
16 cotmeh, 2025   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya serdana meydanî ya bi armanca guhdarîkirina li daxwazên şêniyan û nîqaşkirina rêbazên çareserkirina krîzên debarê û xizmetguzariyê de, Komîteya Bilind a Qanûnî bi şêniyên bajarê Şehba yê bakurê Siwêdayê re civiya.

Çavkaniyên ragihandinê yên xwecihî got, komîteyê di destpêkê de armanca xwe ji vê serdanê ku vekirina kenalên yekber bi welatiyan re û nîqaşkirina çareseriyên pêkan, anî ziman. Di civînê de şêniyan bal kişand ser krîzên sotemenî, av, nan, perwerdehî û tenduristiyê nexasim ku bi hezaran koçber li bajêr bi cih bûne.

Girêdayî wê, serokê Meclisa bajarê Şehba Samir Seymûa got ku li gel hebûna zêdetirî 40 hezar koçber di bajêr de, xizmetên ku ji bajêr re tên pêşkêşkirin gelekî hindik in.

Seymûa rêbaza belavkirina alîkariyan rexne kir û diyar kir ku girîngî tenê ji bo bajarê Siwêdayê tê dayîn.

Şêniyan diyar kir ku divê kesên nepispor ji biryarên xizmetguzariyê werin bidûrxistin û pirsgirêkên perwerdehiyê werin çareserkirin, nexasim ku mûçeyên mamosteyan ji 4 mehan ve hatine qutkirin.

Dayikan banga girîngîdayîna mijara girtiyan û revandiyan û xebitîna ji bo berdana wan, kir.

Hejmarek dayikan jî daxwaz kir ku dosyaya revandî û dîlgirtiyan bixin karên xwe yên pêşîn.

Serokê komîteyê dadger-şêwirmend Muhened Ebû Faûr destnîşan kir ku li hemberî zehmetiyên welatiyan hikumeta veguhêz berpirs e û got ku berî nêzî 20 rojan biryar hat dayîn ku, ji bo domandina pêvajoya perwerdehiyê, koçber ji bo navendên altarnatîf werin veguhastin.

(mh/fr)