Bi şanoyekê peyama ‘Koçberî ne çareserî ye’ dan

Li bajarê Tebqayê têkildarî bandorên koçberiyê li ser siberoja gelan û welatan şanoyek hat pêşandan.

Bi şanoyekê peyama ‘Koçberî ne çareserî ye’ dan
Bi şanoyekê peyama ‘Koçberî ne çareserî ye’ dan
Bi şanoyekê peyama ‘Koçberî ne çareserî ye’ dan
Bi şanoyekê peyama ‘Koçberî ne çareserî ye’ dan
Bi şanoyekê peyama ‘Koçberî ne çareserî ye’ dan
22 tebax 2024   15:49
TEBQA

Endamên navendên çand û hunerê yên kantonên Tebqa û Reqayê şanoyeke li ser bandorên neyinî yên koçberiyê pêşkêş kir.

Şano bi amadebûna bi dehan şêniyan li ser dika Şehîd Musena Ebdulkerîm a li bajarê Tebqayê hat pêşandan.

Şanoya bi navê "Jenîna li ser çanteyên bendewariyê" ji aliyê nivîskarê iraqê Eqab Hemdî  ve hatiye nivisandin ku beriya mehekê wefat kiriye. Di şanoyê de rolên bijîşk, şervan, hunermend û parêzgerek hene ku ji ber şer û êrişan welat terk dikin.

Di dawiyê de tê dighêjin ku terikandina welat ne çareserî ye û pêwîstiya welat a ji bo jinûve avakirinê bi keda zarokên wê heye.

Şano berê li Reqa û Minbicê hatibû lidarxistin. Li gorî berpirsên navendê wê li tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were pêşandan.

(bb)

ANHA