Weqfa Newroz li Lubnanê pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan dide nasîn
Weqfa Çandî û Civakî ya Newroz a Lubnanê serdana navenda Komeleya Xêrxwaziyê ya Filistînê kir û broşûra têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li endamên wê belav kir.
Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, Weqfa Çandî û Civakî ya Newroz serdana Komeleya Xêrxwaziyê ya Filistînî kir û broşûrên têkildarî pêngavê li endamên wê belav kirin.
Endama Desteya Rêveber a weqfê Nisrîn Biro navaroka broşûran, pêngavê û girîngiya wê ji bo jinan şîrove kir.
(şx)