Balefirên dewleta Tirk gundekî Şarbajêr bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya balefira bê mirov û biçek du caran gundê Gelale ya ser bi bajaroka Şarbajêr ya girêdayî Silêmaniyê bombebaran kir.

Balefirên dewleta Tirk gundekî Şarbajêr bombebaran kir
22 tebax 2024   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên Rojnews’ê beriya çend kêliyan artêşa Tirk a dagirker bi rêya balefira bê mirov û biçek du caran gundê Gelale ya ser bi bajaroka Şarbajêr ya girêdayî Silêmaniyê bombebaran kir.

Têkildarî ziyanên canî û madî yên êrişê agahiyên zelal bidest neketin.