Bi pêşangehek wêneyan piştgirî da Rojava

Di çarçoveya piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, li Silêmaniyê pêşangehek wêneyan hate vekirin.

Bi pêşangehek wêneyan piştgirî da Rojava
31 ÇILE, 2026   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên cûda dewam dikin. Divê çarçoveyê de li kargeha çandî ya li Silêmaniyê, pêşangehek wêneyan bi navê ‘Berxwedan jiyan e’ hate vekirin.

Pêşangeh ji aliyê komek jin û ciwanên bajarê Silêmaniyê ve hate amadekirin û armanca pêşangehê jî komkirina alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê ye.

Nivîskar Newa Emîn ku yek ji amadekara pêşangehê ye ji ajansa mere axivî û got; “Me bi armanca komkirina alikariya ji bo hevalên xwe ên li Rojava vê pêşangehê vekir. Kesên ku serdana pêşangehê dikin, dikarin alîkariyê jî pêşkêş bikin. Kurd yeke û ev ne tenê dirûşmeye, hêvîdarim her kes piştgiriyê bide Rojavayê Kurdistanê.”