Li gundewarên Quneytîra û Derayê tevgerên Îsraîlê

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarên Quneytîra û Derayê, gule ketober reşandin û bendeke kontrolê danî.

Li gundewarên Quneytîra û Derayê tevgerên Îsraîlê
31 ÇILE, 2026   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku ji 2 erebeyen pêk dihat ji girê Ebû Xeysar ê başûrê Quneytîrayê ve ber bi rojavayê gundê Seyda Hanût ve çû.

Hate diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê bi awayekî ketober gule avêtin zeviyekî çandiniyê ku tu kes lê tune bû.

Yekîneyeke din ku ji 5 wesayîtên zirxî pêk dihat, ber bi herêma Siriyet El Wadî ya li rojavayê Derayê ve ket rê û li ser rêya Wedî Cumle bendeke kontrolê danî.

Hate diyarkirin ku yekîneyê derdor kontrol kir, piştre vekişiya. Ev bûyer bû sedema tirsê di nava şêniyên herêmê de.

(b)