Balafira keşfê ya Amerîkayê li nêzî asîmanê Îranê difiriya hat dîtin

Ajansa TASS a Rûsyayê daxuyand ku balafira Amerîkayê ya Boeing P-8 Poseidon ên li dijî keştiyên-binavî û balafirên bêmirovî li nêzî asîmanê Îranê şopandin.

Balafira keşfê ya Amerîkayê li nêzî asîmanê Îranê difiriya hat dîtin
31 ÇILE, 2026   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek ji daîreyên çavdêriya tevgera asîmanî ji ajansa TASS a Rûsyayê re diyar kir ku balafira Boeing P-8 Poseidon ên li dijî keştiyên-binavî û balafirên bêmirovî li nêzî asîmanê Îranê difiriya hat dîtin.

Çavkanî bi bîr xist ku balafir li asîmanê Kendava Erebî û Kendava Umanê li nêzî mecala asîmanî ya Îranê bi bilindahiya 6 hezar metre hat dîtin.

Li gorî agahiyan, balafirê xwedî wê şiyana bilidn e ku çavdêriya rûberên fireh li bejahî û deryayê bike û erkên keşifkirinê di navbera 10 heya 15ˊan de rojane pêk tîne.

Ev tevger, di demekê de îhtîmala derbeya leşkerî ya Amerîkayê li dijî Îranê heye pêk hat.

(fr)