Bi civaka rêxistinkirî em êrîşan vala derxînin- ALDAR XELÎL
Her ku gavek û pêşketinek li Bakur û Rojhilatê Sûryiyê tê jiyankirin, rêjîma AKP-MHP’ê li ber çavên tevahiya mirovahiyê êrişî binesaziya heremê dike; stasyonên elektrîk û avê, embarên genim û pembo, aşên ard, nevandên tenduristiyê, navendên sotemenyê, kargeh û atolyeyên pêwîstiyên sereke yên jiyana civakê dike hedef û bombebaran dike.
Zelale ku armanca van êrîşan tunekirina derfetên jiyanê ye da ku gelên heremê bê av, nan, xwarin û elektrîk, yanî bi mirinê re rû bi rû bimînin. Ev kiryar li ser her kes û her deverekê têr pêk anîn; yanî Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen, Turkmen, bi wateyeke din Misilman, Xiristyan, Êzîdî di bin êrîşên bi armanca tunekirinê de ne.
Ev êrîş li pêşiya çavên herkesî pêk tên, ji ber vê yekê ketina nava hurgiliyên van êrîşan pêwîst nake. Li dewsa şîrovekirina tişta ku pêk hat û encamên wê, giringe ku balê bikişînin ser mijara “em çi bikin da ku van êrîşan vala derxînin, em çi bikin ku serkeftin pêk bê?”
Bêguman kes nafikire ku bendewariyê ji dijmin bike da ku rehim têkeve dilê wî û li gorî pîvanên mirovî nêz bibe; her wiha bendewariya ji hêz û dewletên derve nakin ku me biparêzin an jî ew berevajî berjewendiyên xwe bi dewleta dagerker a Tirk re tevbigerin, xwe têxin nava nakokî û şer. Wê ev jî nebe tiştekî rast û wê mîna xwe xapandinekê be. Li ser vê bingehê rastiya ku derdikeve pêşiya me ew e ku li gorî rastiya şoreşê em tevbigerin, jixwe rastiya di nava salên dirêj ên têkoşînê de hatiye îspatkirin ew e ku gelê me bi fedekariyeke mezin têkoşîneke bêhempa meşandiye, berxwedaneke dîrokî pêk aniye, tevî şert û mercên herî zehmet û giran jî, gav bi paş de ne avêt; herdem ber bi pêş ve meşiya ye. Lê anha weke berdewamiya vê ruhê û sekna pîroz a gelê me tê xwestin ku niha jî di vê pêvajoya nazik û metirsîdar de li ser rêgeza xwesipartina hêza xwe ya xweser, bi vîna xwe ya azad van kiryarên dewleta Tirk eşkere bikin.
Çêkirina têkiliyan, zêdekirina dostan, dengê xwe bilindkirin û gihandina her kesî tiştekî girîng e. Pêwîste em têkiliyên xwe bi civaka navnetewî re pêş bixin, ji milê zagonî û mirovî ve, di asta cîhanî de sûcên şer û hovîtiya hikûmeta Tirk têxin rojeva herkesi; bihêlin ku ragihandin û dezgehên edaletê yên navnetewî vê mijarê têxin rojeva xwe. Lê di heman demê de wek me di jor de jî got çareserî û gihandina serkeftinê girêdayî asta rêxistinbûn û têkoşîna cehwerî ye. Ji ber vê yekê girîng e em zanibin ku sazkirina jiyaneke azad û serfiraz wê bi pêşxistina hişmendiya li gorî felsefeya jiyanê ya kolektîf a civaka demokratîk pêk were; nîşaneya vê yekê ew e ku li dewsa pergala navendî em di hemû beşên jiyanê de pergala civakî ya xwecihî û xweser esas bigirin. Dema em behsa nenavendîbûnê dikin mebesta me ne tenê di mijara siyasî û rêvebirinê de ye, ew li kêleka vê yekê tê wateya ku em nenavendîbûn û xweseryê bikin felsefeya jiyana xwe.
wek mînak pergala parastinê ya ku xwe tenê dispêre pergala artêşên perefesyonel ên navendî yên dewletan, pêwîste xwe bigiuhere û bigihîne asta pergala parastinê ya civakî ku hemû civak bibe parazvanê şoreş û hebûna xwe. Di destpêka pêvajoya şoreşa Rojava de ezmûneke bi vî rengî hat jiyan kirin. Wê demê li hemû tax û gundan yekîneyên xwe parastinê hebûn, hemû beşên civakê bi wan yekîneyan parastina xwe dikirin. Ji milekî ve ew sivîl bûn, lê ji milekî din ew parazvanên leşkerî jî bûn; her kes dibû parêzvan, yanî bi kurtahî girînge ku ew hêza parastinê ne hêzeke derveyî civakê be, giringe ku tevahî civak di ber erka parastinê de xwe berpirsyar bibîne. Niha Hêzên Parastina Cewherî (HPC) modeleke parastinê ya civaki ye, li hemû bajar û gundan hatiye rêxistinkirin. Girînge ku ew bibe çandek di nava civakê de, Pêwîste zarok, ciwan, jin, pîr, hemû beşên civakê ji hemû pêkhatiyên netewî û baweriyên cuda bi rengekî aktîf bibin endamên HPC’ê. Di vê rewşê te dişta herî guncav ew e ku em bêjin pêwîste ev civak xwe li gorî rastiya şerê gel ê şoreşgerî rêxistin bike.
Heman şêwaz li ser mijara aboriyê jî derbasdar e. Yanî li dewsa kargehên mezin em heman berheman û pêwîstiyên civaka xwe li mal û komînan çêbikin, bi pergala koperatîfan aboriya civakî pêş bixin. Ger her komînek bi hevgirtina tevahî malbat û kesên li wê taxê jiyan dikin berheman çêbikin û civak ji rewşa xwe ya mustehlik derkeve, xwe bike civakeke berhemkar û afirîner, wê demê çiqasî dijmin kargehan bombebaran bike jî, ew ê nikaribe derfetên jiyana civakê tune bike. Civaka me bi xwazaya xwe civakeke berhemkare û hîna pir tiştên xwe yên xwezayî diparêz e, hîna beşeke mezin ê civaka me pêwîstiyên xwe yên rojane ji zevî, baxçe, axur û karê destên xwe pêşwazî dike. Li dewsa kirîna tiştên çêkirî ji welatên derve, gereke heman berhem bi derfetên cehwerî werin çêkirin. Rastiya civaka me îspat kirye ku derfet heye piraniya pêwîstiyên xwe li malên xwe çêbikin. Yanî li dewsa çanda ticaretê em çanda berhem çêkirinê bi derfetên xwe yên xweser pêş bixin.
Ragihandin jî dikeve heman kategoriye. Ji bo ku barê weşan, agahî belavkirin û parastina nirxên şoreşê bi rengekî serkeftî bê rakirin, girînge ku hemû ferdên civakê di riya rûpel û hesabên xwe yên medya dijîtal re xwe erkdar bibînin û her yek bibe weke dezgeheke ragihandinê. Li dewsa ku tenê xwe bispêrin pergala weşan û ragihandina navendî yên weke tv û ajansan, girînge ku li kêleka wan her kes bi erka ragihandinê rabe.
Dema hemû tişt bi hêza civakê ya rêxistinkirî were meşandin, wê demê şoreş digihîje wateya xwe ya rast û ew şoreş tekez dibe şoreşa civakî ya demokratîk. Di heman demê de li beramberî êrîşên dijminan ew dibe pergaleke parastinê ya herî guncav.
Bi qasî ku nenavendîbûn çareseriyeke li beramberî rêjîmên desthilatdar ên dîktator û faşîst e, di heman demê de ew dibe çareserî û şêwazê damezrandin û parastina pergala demokratîk a civaka azad.