Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16 ÇILE, 2024   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol ve Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.  parêzeran girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin  yên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Di encama serlêdanên parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê yên ji bo Dadgeriya Înfazê ya Bursayê de, dadgeriyê diyar kir ku di 18’ê tebaxa 2021’ê de ji bo 3 mehan, di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo 3 mehan, di 31’ê gulana 2022’yan de ji bo sê mehan û di 9’ê îlona 2022’yan de jî ji bo 3 mehan cezayên disiplînê hatine birîn. 

Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kiribû û dadgeriyê di 19’ê tîrmeha 2023’yan de bersiv da. Dadgerî bêyî ku dîroka wê diyar bike, da zanîn ku cezayekî disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn.

 Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji bo hevdîtina bi malbatan re serlêdan kir. Dadgeriyê di 13’ê cotmehê de bersiva serlêdanê da û diyar kir ku li Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hatiye birîn.

Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyayê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.