Bertekên li hember êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî û wezaretên karên derve yên Erebistana Siûdî, Ûmman, Urdun, Îmarat, Endonezya û Japonyayê êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kirın û banga çareseriyên dîplomatîk kir.

Artêşa Îsraîlê berbanga îro êrişî Îranê kir. Di êrişê de baregehên leşkerî û tesîsên nukleerî hatin hedefkirin. Di encamê de çend fermandarên leşkerî û zanyarên nukleerî yên îranî hatin kuştin. Der barê êrişan de di qada cîhanê û erebî de bertek hatin nîşandan.
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji ber êrişê "fikarên xwe yên kûr" anîn ser ziman û hişyarî da ku êriş bandorê li dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de bikin.
Berdevkê Guterres, Ferhan Heq jî bi daxuyaniyekê got Guterres bang li "hemû aliyan kir ku xweragiriya herî zêde nîşan bidin û ji ketina nav pevçûneke berfirehtir ku herêm nikare tehemûl bike, dûr bikevin."
Ûmmanê ku di dan û standinên DYA û Tehranê de navbeynkariyê dike jî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kirin û wek "rageşiyeke xeternak ku hewldanên çareseriya dîplomatîk dixe xetereyê" bi nav kir. Ûmmanê bi daxuyaniyekê fermî diyar kir ku Îsraîl berpirsê rageşî û bandorên wê ye û bang li civata navneteweyî kir ku “li hemberî vê xeta metirsîdar helwesteke zelal û hişk nîşan bide".
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hat şermezarkirin. Hate gotin êriş binpêkirina qanûn û pîvanên navneteweyî ne. Wezaretê bang li civata navneteweyî û Konseya Ewlehiyê kir ku demildest êrişê rawestînin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Urdunê hişyarî da ku "ev kiryarên gurkirina rewşê ewlehî û aramiya herêmê dixe metirsiyê". Berdevk bang li civata navneteweyî, bi taybetî Konseya Ewlehiyê, kir ku ji bo rawestandina êrişan û rêgirtina li ber dûbarebûna wan tedbîrên lezgîn bigirin.
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê jî "fikarên xwe yên kûr" li ser bandora êrişê anî ziman û banga "Xweragirtinê û dûrketina ji firehkirina qada şer" kir. Wezaretê her wiha girîngiya çareseriyên dîplomatîk vegot û ji Konseya Ewlekariyê jî xwest ku ji bo agirbestê tedbîrên lezgîn bigire.
Wezareta Karên Derve ya Endonezyayê jî ragihand ku êrişa Îsraîlê dê aloziyên herêmî yên heyî zêde bike û dibe şerekî berfirehtir bide destpêkirin". Wezaretê bang li tevahî aliyan kir ku xweragir bin.
Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Takeshi Iwaya êriş bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku êriş dê bibe sedema xirabtirbûna rewşa herêmî.
(bb)