Berpirsekî Amerîkayî: Trump di demek nêzîk de bi Pûtîn re nacive

Berpirsekî Amerîkayê diyar kir ku Turmp plan nake ku di demek nêzîk de hevdîtinê bi Pûtîn re bike.

Berpirsekî Amerîkayî: Trump di demek nêzîk de bi Pûtîn re nacive
21 cotmeh, 2025   22:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend rojan hat ragihandin ku wê di navbera 2 hefteyan de Trump û Pûtîn li paytexta Macaristanê, Budapestê li hev bicivin, îro berpirsekî Amerîkayê ragihand ku serokê Amerîkayê Donald Trump plan nake ku di demekê nêzîk de bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bicive.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio duh (20 Cotmeh 2025) bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Sergey Lavrov peywendî kiribû, ku amadekariyên hevdîtina her du serokan bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Duşemê bi telefonê bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re axivî, piştî ku Trump ragihand ku her du wezîr dê vê hefteyê bicivin da ku lûtkeyek li paytexta Macaristanê saz bikin.

Berpirsekî Amerîkayê got, "Tu pêwîstiya hevdîtina her du wezîrên karên derve tune ye. Nehat diyarkirin ku Trump di demekê nêz de bi Pûtîn re bicive."

(fr)